Şehîd Berxwedan Efrîn hat oxirkirin 

Şehîdê Hêzên Komandos ên QSD’ê Berxwedan Efrîn (Hesen Celo) li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan ji aliyê sedan kesî ve hat oxirkirin. 

Şehîd Berxwedan Efrîn hat oxirkirin 
Şehîd Berxwedan Efrîn hat oxirkirin 
Şehîd Berxwedan Efrîn hat oxirkirin 
Şehîd Berxwedan Efrîn hat oxirkirin 
Şehîd Berxwedan Efrîn hat oxirkirin 
Şehîd Berxwedan Efrîn hat oxirkirin 
Şehîd Berxwedan Efrîn hat oxirkirin 
Şehîd Berxwedan Efrîn hat oxirkirin 
Şehîd Berxwedan Efrîn hat oxirkirin 
Şehîd Berxwedan Efrîn hat oxirkirin 
Şehîd Berxwedan Efrîn hat oxirkirin 
Şehîd Berxwedan Efrîn hat oxirkirin 
Şehîd Berxwedan Efrîn hat oxirkirin 
Şehîd Berxwedan Efrîn hat oxirkirin 
Şehîd Berxwedan Efrîn hat oxirkirin 
Şehîd Berxwedan Efrîn hat oxirkirin 
Şehîd Berxwedan Efrîn hat oxirkirin 
Şehîd Berxwedan Efrîn hat oxirkirin 
5 gulan, 2025   15:40
QAMIŞLO
Şervanê Hêzên Komandos ên QSD’ê Berxwedan Efrîn (Hesen Celo) 5’ê Adarê li Bendava Tişrînê şehîd bûbû, îro bi merasîmekê girêseyî li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a li bajarê Qamişloyê hat oxirkirin. 

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişloyê û gundewarê wê, endamên saziyên sivîl, rûspiyên eşîran, nûnerên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, şervanên  QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşdarî merasîmê bûn.  

Girse cenazeyê şehîd ku bi gulan û alên Hêzên Komandos hat xemilandin, ji pêşiya avahiya PYD’ê ya li taxa Enteriyê wergirtin û bi ber Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan ve bi rê ketin.  Li pakrewangehê cenaze ji aliyê sedan kesî ve bi berzkirina dirûşmên "Şehîd Namirin" hat pêşwazîkirin û merasîmek hat lidarxistin. 

Piştî rêzgirtinê, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Şadiya Îbrahîm axivî û wiha got: "Bi xwîna pak a şehîdan dara azadiyê şîn dibe. Em wesiyeta Rêber Abdullah Ocalan ji bîr nakin ku dibêje em ê bi xwînê welat av bidin û azad bijîn. Qelenê azadiyê giran e. Li pêşiya mezinahiya şehadetê cihê lawaziyê nîn e." 

Şadiya Îbrahîm anî ziman ku şehadeta çiqasî bi êş be jî lê hêz û birydariya wan a têkoşîna xurtir dike û wiha dawî li axaftina xwe anî "Em teslîm nabin, lê biryardarî û israra me zêdetir dibe. Em ê vegerin Efrînê, em ê zeytûnan li axa ku dê ji dagirkeran were paqijkirin biçînin. Dirûşma me an serkeftin an serkeftin e."  

Ji fermandarên QSD’ê Aldar Efrîn jî axivî û ser kesayeta şehîd Berxwedan wiha got" Mînakê lehengî û biryardariyê bû. Şervanek bû ku tirs nas nedikir, bi lehengiya xwe çete tirsand. Em soz didin şehîdên xwe ku em ê vegerin Efrînê, bila çavê te rihet razên.  Em heya rizgarkirina Efrîn û herêmên dagirkirî eniyên şer naterikînin. Şoreşa me bi xwîna şehîdan ava bûye, îro gel bi çek û îradeyê destkeftiyên xwe diparêze." 

Kurxalê şehîd Berxwedan, Hemze Mihemed Ebdo jî got: "Ez ê heya dawiyê li du xeta şehîd Berxwedan bim. Em ê xeyalê wî yê rizgarkirina Efrînê bi cih bînin." 

Birayê şehîd Berxwedan, Bekir Celo jî stranek şoreşgerî got. Piştre beşdaran li qeyda dengê şehîd berxwedan guhdarî kir ku qala tevlêbûna xwe ya nava QSD`ê dike. 

Piştre jî wesîqeya şehîd Berxwedan hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Cenaze şehîd bi tilîliyên dayikan spart axê. 

(bb)

ANHA