25`ê Mijdarê li cîhanê çawa hat pêşwazîkirin

25`ê Mijdarê li cîhanê çawa hat pêşwazîkirin Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û cîhanê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê (25`ê Mijdarê) bi çalakiyên cihêreng hat pêşwazîkirin.

25`ê Mijdarê li cîhanê çawa hat pêşwazîkirin
25`ê Mijdarê li cîhanê çawa hat pêşwazîkirin
25`ê Mijdarê li cîhanê çawa hat pêşwazîkirin
26 mijdar, 2023   14:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê (25`ê Mijdarê), li gelek dewletên cîhanê çalakiyên cihereng hatin lidarxistin. Di çalakiyan de ji bo piştgiriya mafên jinan, bang hat kirin ku xebat û hewldan bên mezinkirin û dawî li tundiya li ser jinan bê anîn.

Çalakiyên li welatên cîhanê îsal di bin dirûşmeya “Bibin yek, ji bo pêşî li tundiya li ser jinan û keçan bigirin bixebitin” de hatin organîzekirin.

BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ

li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê duh bi hezaran jinan bi dirûşma “Li dijî tevahiya cureyên tundiyê û dagirkirinê, Jin, Jiyan, Azadî” daketin qadan û bi çalakiyên ku tevger û rêxistinên jinan ên herêmê 13`ê Mijdarê dest pê kiribûn, ev roj pîroz kir.

MISIR

Navenda Mafên Mirovan a Misirê î ji bo xurtkirina jinan ku bikarin biryarên girêdayî jiyana xwe bigirin, tev li girtina biryarên têkildarî birêxistinkirina malbatê, anîna zarokan û diyarkirina hejmara wan beyî zextên civakî bibin, bi dirûşma “Vebijêrka min rast e” hemleyek da destpêkirin.

Hemwextî hemleyê, li ser malperên medya dijîtal jî hemleyeke haştagê hat destpêkirin.

EREBISTANA SIÛDÎ

Komeleya Parastina Malbatê ya Cedayê bi heman boneyê û bi armanca pênasekirina tundiya li ser jinan çalakiyên cihereng li dar xistin.

TUNIS

Li Tunisê jî, ji bo piştgiriya jinên li Xezayê meşeke bêdeng hat lidarxistin. Meş heta avahiya Sanoya Beledî ya li naverasta paytextê dewam kir. Di meşê de jinan peyama “ji Tunisê ta Xezayê jin piştgiriya hev du dikin” hat dayîn.

URDIN

Li Urdinê, Komîteya Nîştimanî ya Kar û Barên Jinan ji ber rewşa Xezayê û tundiya li ser jin û xelkê wê, çalakiyên 25`ê Mijdarê betal kirin.

Li aliyekî din, parlamenterên jin ên Urdinê diyar kir ku aliyên navneteweyî di şerê li Xezayê de piştgiriyê didin Îsraîlê, lewma daxwaza kirin ku hemû bername û hemleyên NY`yê bên redkirin.

Rêxistinên civaka sivîl jî gotin ku pêwîst e armanca hemleyê, bilindkirina dengê jinên li Xezayê û ravekirina êşa wan be.

EWROPA Û AMERÎKA

Duh li Ewropa û Amerîkayê jî gelek çalakî hatin lidarxistin û ev roj hat pîrozkirin. Di çalakiyan de banga rawastandina tundiya li ser jinan hate kirin.

Li Guatemalayê meşvanan bi mûman hejmara 438 nivisîn ku hejmara jinan ên heta niha li cîhanê hatine kuştin e.

Li Şîlî jî, meşvanan wêneyên qurbaniyên tundiya li ser jinan hildan.

Li gor ajansa nûçeyan a Îtalyayê, li welêt 50 hezar keş meşiyan.

Li Romayê jî avahiya Colosseum a dîrokî bi rengê sor hat ronîkirin.

Li Tirkiyeyê jî, derdora 500 jin li Stenbolê kom bûn û pankartên “Em bêdeng namînin” bilind kirin. Her wiha meşek li Enqereyê hate li darxistin.

Bi hezaran kes li Parîsê û gelek bajarên Fransayê meşiyan û pankartên “Her 6 deqe li Fransayê destdirêjî çêdibe” rakirin.

Li Brukselê jî, şeva 25`ê Mijdarê derdora 100 jin li dijî tundiya li ser jinan meşiyan. Jinan lepikên sor li xwe kirin û pankartên li ser sembolên bersivandina lezgîn heye hildan. Komeke dilxwazan heta 10 deqan çalakiya bêdeng li dar xist.

`BIBIN YEK Û JI BO PÊŞÎ LI TUNDIYA LI SER JINAN Û KEÇAN BIGIRIN BIXEBITIN`

Di Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê de îsal tevahî hawîrdor, mal, cihên kar bi rêya înternetê bi dirûşmeya “Bibin yek û ji bo pêşî li tundiya li ser jinan û keçan bigirin bixebitin” û rengê pirteqalî wek sembola hemleyê tê pejirandin.

Di raporeke NY`yê de hate diyarkirin ku tundiya li ser jinan û keçan hîna berdewam e û yek ji binpêkirinên mafên mirovan a herî belav li cîhanê ye.

Roja Cîhanê ya Têkoşîna Dijî Tundiya li ser Jinan, destpêka hemleya “Bibin yek” e ku 16 roj in û çalakiyên wê ji 25`ê Mijdarê heta 10`ê Kanûnê didomin.

(şx/c)