Salih Gedo: Niha dora dewleta Tirk e

Sekreterê giştî yê Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyeyê Salih Gedo li ser gava PKK’ê got “Niha top li gel dewleta Tirk e. Gava yekem divê Serok Apo azad bibe, ji bo ku pirsgirêkê çareser bike.”

Salih Gedo: Niha dora dewleta Tirk e
2 mijdar, 2025   02:35
QAMIŞLO

Piştî ku Rêber Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de bang li Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) kir ku kongreya xwe kom bike û xwe fesih bike, PKK’ê jî wek bersiv di 5-7’ê Gulanê de kongreya xwe ya 12’emîn li dar xist û biryara xwefesihkirinê da. 30 gerîlayên PKK’ê di 11’ê Tirmehê de bi merasîmekê çekên xwe şewitandin. 

PKK’ê 26’ê Cotmehê gaveke din a dîrokî avêt û ragihand ku hêzên xwe ji Tirkiyeyê vedikişîne. Ev biryar kete rojeva cîhanê û herêmê.

Sekreterê giştî yê Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyeyê Salih Gedo der barê vê mijarê de ji ajansa me re axivî.

‘PÊWÎST E EM PIŞTGIRIYA VÊ GAVÊ BIKIN’

Salih Gedo bal kişand ser girîngiya banga Rêber Abdullah Ocalan û gavên ku PKK’ê avêtine û wiha got: “Ez bawer im dê bandora vê bangê li ser dewletên din ên dagirker jî hebe. Li ser tevayî herêmê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bandoreke erênî hebe. Pêwîst e em piştgiriya vê bangê bikin.”

‘EM KETINE RÊYA ÇARESERIYA DOZA KURD’

Salih Gedo hêvîdariya xwe ya ji pêvajoyê re bi van gotinan vegot: “Divê em bizanin di pêşerojê de dê tiştên mezin çêbin. Dewleta Tirk 100 salî hebûn, maf û zimanê gelê Kurd nepejirandin. Îro rewşeke din li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê rû dide. Em ketine wê rêyê ku di pêşerojê de doz û mafê Kurdan di destûra Tirkiyeyê de cih bigirin û zimanê kurdî bibe zimanê fermî. Tirkiye bibe welatekî demokratîk û tevayî pirsgirêkên xwe bi rêya demokrasiyê çareser bike.”

‘DIVÊ SEROK APO AZAD BIBE’

Salih Gedo erkên ku ji bo çareseriya doza Kurd û demokratîkkirina Tirkiyeyê dikevin ser milê hikumeta Tirk bi bîr anîn û wiha axivî: “Êdî top li gel dewleta Tirk e. Bi qasî tê dîtin rayedarên Tirk jî nîqaş dikin û dê bersiv bidin. Di van çend rojên pêşiya me de hinek gav jî bên avêtin. Em hêvîdar in yek ji gavên bên avêtin jî azadiya Serok Apo be, dema Serok Apo azad be dê bêhtir karibe pirsgirêkê çareser bike. Niha raya giştî ya li Tirkiyeyê jî dixwaze ev mijar çareser bibe.”

‘VÊ GAVÊ RÊYEK JI GELÊ KURD RE VEKIR’

Salih Gedo diyar kir ku eger dewleta Tirk gavan neavêje dê ew bixwe bikevin xeteriyek mezin û wiha domand: “Vê gavê rêyek ji gelê Kurd re vekir. Eger dewleta Tirk neçe serî dê rewşa hikumeta Tirk bikeve xetereyeke mezin. Dê encamên wê ji bo Tirkiyeyê nebaş bin. Raya giştî ya navnetewî jî piştgiriya vê pêvajoyê dikin. Eger Tirkiye bersivê nede dê raya navneteweyî jî li dijî Tirkiyeyê bisekine.”

(bî/k)

ANHA