Cotkarên garis xwest rê werin vekirin û kargeh bêne xebitandin

Cotkarên garis ên li Reqa û Dêr Hafirê banga vekirina rêyan û xebitandina kargehên ziwakirinê kir. Cotkaran ji aliyên têkildar xwest destekê bidin wan.

2 mijdar, 2025   07:30
REQA
ENES MIHEMED- RÎNAD EL ELÎ

Ji ber girtina rêyan ji aliyê hikumeta veguhêz ve û rawestandina kargehan, cotkarên ji Dêr Hafir û Reqayê zehmetiyên firotina garisê zer dikişînin. Metirsî jî hene bi hezaran donimên garis ku jêdera bi hezaran malbatan e, xirab bibe.

Li nêzî 51 gundên Dêr Hafirê garisên zer debara gelek malbatan in. Cotkarên Reqa û Dêr Hafirê ku her sal bi rêbazên kevn garis ziwa dikin ku 3-5 rojan garis li hewşan radixin ta ku ziwa dibe.

COTKARÊN DÊR HAFIRÊ: DERÎ Û ZİWAKIRIN PÊWÎST IN

Cotkarê bi navê Hemûd El Hafiz ê ji gundê Ebû Meqbera yê Dêr Hafirê derdora 70 donim garis çandiye. El Hafiz got: "Bi xêra ava kanala Bapîrê axa herêma me baş e. Lê pirsgirêka îro ew e ku rê girtî ne û kargehên ziwakirinê sekinîne. Ev yek jî berhemê dixe bin gefa xirabbûnê."

Hemûd El Hafiz bi bîr xist ku wan berê garis difirot bazirganan, lê îsal ne cihek û ne jî sûka xwecih nikarin miqdarên mezin ên garis hilgirin.

Feysel El Mehmûd yek ji cotkarên garis ên li Dêr Hafirê, diyar kir ku ji berî 10 salan ve garis li herêmê tê çandin û bûye çandiniya herî girîng. El Hemûd îşaret pê kir pêdivî bi hinardekirinê heye, ji bo parastina wê ji xirabûnê jî pêdivî bi kargehên ziwakirinê heye.

Feysel El Hemûd xwest kargehên ziwakirinê careke din werin xebitandin û belavkirina mazot û semadê bi awayekî rêxistinkirî be.

COTKARÊN REQAYÊ... YEKDESTDARÎ Û NEBÛNA PIŞTGIRIYÊ

Li Reqayê ji ber kêmbûna destekê û bilindbûna lêçûnên çandiniyê, berhem lawaz e. Cotkar dixwazin rê werin vekirin û rêbazên firotina berhem hêsan bin.

Cotkarê bi navê Îbrahîm El Nimir ê ji gundê Şinênê yê bakurê kantona Reqayê got berhema îsal kêm bû û sedema vê yekê spart kêmbûna semadê, bihabûna mazotê, ava kanalan destpêkê nedihişt zeviyên wan ku di encamê de mewsima wan berî çinînê xirab bû.

El Nimir got: "Bazirgan berhem bi erzanî ji me dikirin, piştre depo dikin û kengî bixwazin difroşin. Keda me vala diçe. Em dixwazin rê werin vekirin da ku bi serbestî berhemê xwe bifroşin."

Cotkarê bi navê Xelef El Hesen ê ji gundê Şinênê anî ziman ku pirsgirêk ne tenê li garis e û got: "Lê ev pirsgirêk dê çandiniya zivistanî jî bide ber xwe. Pêdiviya me ya lezgîn bi tov, mazot û semadê heye. Eger em niha destekê wernegirin, em ê nikaribin genim û ceh di vî zivistanî de û ne jî garis ji bo mewsima pêş biçînnin. Çandinî têk diçe. Em bang li aliyê têkildar dikin ku destwerdanê bikin û destekê pêşkêş bikin."

KARGEHÊN ZUWAKIRINÊ SEKINÎNE

Kargeha ziwakirinê ya li Dêr Hafirê ya di sala 1970’î de hatibû avakirin, ji sala 2013’an ve ji ber şer sekiniye. Kargeh di sala 2023’an de bi kapasîteya 40 tonî di saetekê de hat xebitandin, lê di dawiya 2024’an de carek din ji xizmetê derket.

Kargeha ziwakirinê ya li Reqayê jî ku di 18’ê Cotmeha 2020’î de hatibû xebitandin rojane 600 ton tenê garis ziwa dikir. Ji wê sale ve Rêveberiya Xweser êdî garisê zer ji cotkaran wernegirtiye, lew ra kargehê salekê tenê hat xebitandin.

BIRYARA HINARDEKIRINÊ Û DIYARNEKIRINA BUHA

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Duşemê 27’ê Cotmehê Biryara 257’an da. Li gorî biryarê destûrê dide hinardekirina agirsê zer ji derveyî herêmên Rêveberiya Xweser.

ERZANBÛN Û GIRTINA RÊYAN

Beriya mehekê bihayê toneke garisê zer nêzî 330 dolar bû, lê îro 250 dolar derbas nake.

Li aliyekî din hikumeta veguhêz a Sûriyeyê girtina rêyan didomîne, ev yek dihêle ku firotina garis were astengkirin û kirîna wê erzan be. Cotkar jî ji van nêzîkatiyan ne razî ne.

(bb)

ANHA