Kêliyên berxwedana şervanekî Kobanê

Mihemed Oso yek ji şahidê berxwedana Kobanê diyar kir ku şervanan bi hemû hêza xwe, bi çekên sivik li hember dijmin têkoşîn kir û bi ser ketin.

Kêliyên berxwedana şervanekî Kobanê
Kêliyên berxwedana şervanekî Kobanê
Kêliyên berxwedana şervanekî Kobanê
Kêliyên berxwedana şervanekî Kobanê
Kêliyên berxwedana şervanekî Kobanê
Kêliyên berxwedana şervanekî Kobanê
Kêliyên berxwedana şervanekî Kobanê
Kêliyên berxwedana şervanekî Kobanê
Kêliyên berxwedana şervanekî Kobanê
Kêliyên berxwedana şervanekî Kobanê
Kêliyên berxwedana şervanekî Kobanê
Kêliyên berxwedana şervanekî Kobanê
Kêliyên berxwedana şervanekî Kobanê
Kêliyên berxwedana şervanekî Kobanê
2 mijdar, 2025   03:45
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Yek ji şahidê serpêhatiyê berxwedana serdemê Mihemed Oso bi navê `Ebû Mezlûm` tê naskirin ku ew bi xwe ji gundê Qeremox ê rojhilatê Kobanê ye, ku di 2014`an de, tevî şervanan bersiva êrişên hovane yên çeteyên DAIŞˊê li dijî Kobanê daye. Mihemed Oso serpêhatiya wan rojan ji ANHA`yê re anî ziman.

ˊTEVÎ TOP Û TANGÊN PÊŞKETÎ, LÊ EM BI SERKETINˊ

Mihemd Oso diyar kir ku berxwedana Kobanê ya 2014’an de tevî ku çeteyên DAIŞ`ê bi çekên herî pêşketî şer dikirin, lê şervanên azadiyê bi hêz, vîn û baweriya xwe li ber xwe da û bi ser ketin. Oso got: "Di 2014’an de, dema ku çeteyên DAIŞ`ê ji her sê aliyan ve êrişî Kobanê kir, em bi hemû hêza xwe li dijî êrişên dijmin rabûn ser piyan û têkoşîn kir. Çeteyan bi tank û topan êriş dikir, lê şevanên YPG û YPJ`ê bi çekên sivik û dilên yên bihêz têkoşîn kirin. Gelê Kobanê bi şev û roj piştgiriya me kir û em di dawiyê de bi serketin."

ˋTENÊ RÊYEK ME HEBÛ; SERKEFTINˊ

Oso destnîşan kir ku armanca çeteyan dagirkirina Kobanê bû û anî ziman: "Kobanê ji ber ku şoreş û destkeftiyên xwe parastin, lewma çeteyan êrişî Koban kir. Dijmin bi hemû hêza xwe xwest çeperên me dagir bike, lê me jî li hember êrişên dijmin bi hemû hêza xwe têkoşîn kir û berxwedanek xurt da meşandin û tu carî me hevalên xwe bi tenê nehiştin, tenê hêviyeke me bû ew jî rêya serkeftinê ye".

Di dewama axaftinê de Oso diyar kir ku: "Şervan Rodî di nava şer de ji min re got `soza ku me daye gelê xwe, em ê wî sozê pêk bînin heta serkeftinê` lê piştî demekê ew jî şehîd bû, lê me jî wek şervanan ji bo dilsoziya bi şehîd Rodî re soz da ku em ê rêya wan bişopînin û armaca ku wan dabû pêşiya xwe em ê bigîhînin serkeftinê".

Oso anî ziman ku: "Di şerê li gundê Elîşarê de, em 5 hevalan têkoşîn kir. Lê piştî ku birîndar bûm, hevalan ez şandim Bakurê Kurdistanê ku tedawî bibim û piştî ku ez tedawî bûm, ez careke din vegeriyam û tev li şer bûm. Di bin baran û sermayê de me bi hemû hêza xwe bersivên xurt didan dijmin û ji dijmin re ev berxwedan bû tirs û xofek."

Oso der barê şerê Girê Miştenûrê de jî got: "Dema ku dijmin gir dagir kir, qehremanên me wek şehîd Arîn Mêrkan bi fedakariyê xwe nîşan da ku em tu carî axa xwe radestî dijmin nakin. Her kolan û tax Kobanê di xwe de bîranînek û tolhildanek heye, ji ber ku li wir berxwedaneke dîrokî hat meşandin".

Oso aşkera kir ku "Piştî ku Rêber Apo ji bo Kobanê banga serferberiyê kir, dilê hemû kesî ji bo azadî û serkeftinê lê da û berê xwe da Kobanê. Vê moralê hişt şeranên YPG û YPJ`ê bi hemû hêza xwe tê bikoşîn û çeteyên DAIŞ`ê di Kobanê de têk bibin. Kobanê bi vê serkeftinê mohra xwe bi xwîna şehîdan li dîrokê da."

Di dawiya axaftinê de Miheme Oso got: "1`ê Mijdarê (Roja Kobanê ya Cîhanê) li cangoriyên azadiyê, Rêber Apo, şevanên YPG û YPJ`ê, gelê azadîxwaz û gelê her çar parçeyên Kurdistanê pîroz be.  Em ê her tim şopdarên rêya şehîdên xwe bin û axa xwe ji dijmin rizgar bikin."

(sş/fr)

ANHA