Li Tehranê baregeha Besîc hat bombebarankirin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku hêzên esîmanî baregeha Besîc a li Tehranê bombebaran kir.

Li Tehranê baregeha Besîc hat bombebarankirin
12 adar, 2026   22:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê piştî diyarkirina çend navendên Besîcê ya li Tehranê li dijî wan dest bi êrişeke esîmanî kiriye.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Farisî ya Îranê, balafirên bêmirov yên Îsraîlê çend bombe li çend taxên Tehranê barandine.

Hat diyarkirin ku hinek hêzên ewlehî û Besîc li herêmê bi cih bûbûn hatine kuştin.