Şahê Urdinê dest bi gereke navneteweyî kir

Urdinê ragihand ku şah Ebdullah El Sanî dest bi gereke navneteweyî kiriye. Di gerê de dê serdana DYA, Kanada, Fransa û Almanyayê bike.

Şahê Urdinê dest bi gereke navneteweyî kir
8 sibat, 2024   14:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Çaverê ye ku şahê Urdinê serdana Fransa û Almanyayê dike, bi serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Binden û rayedarên rêveberiya wî, endamên Kongreyê û parlamenteran re bicive.

Dîwana Qraliyeta Urdinê aşkera kir ku Ebdullah El Sanî dê li Ottawayê bi serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau re jî bicive.

Li gorî çavkaniyan, şahê Urdinê armanc dike ji bo agirbest li Xezayê pêk were, sivîl bên parastin, alîkariyên mirovî yên daîm ji Xezayê re peyda bibin, piştgiriya navneteweyî kom bike. Her wiha dixwaze çareseriyeke siyasî ji bo bidawîkirina şerê Filistîn û Îsraîlê peyda bike.

Dîwanê da zanîn ku Ebdullah El sanî dê li Parîsê bi serokê Fransayê Emmanuel Macron re bicive.

Her wiha heman çavkaniyan aşkera kir Ebdullah El Sanî di serdana xwe ya ji bo Almanyayê de tev li 60`temîn Kongreya Ewlehiyê ya Munchenê bibe û bi gelek rayedarên payebilind ên rojavayî û ewropî re bicive.

(şx)