Rûsyayê ragihand ku wê bajarokekî din kontrol kiriye

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên wan bajarokekî din ê herêma Donetskê ya Ukraynayê kontrol kiriye.

Rûsyayê ragihand ku wê bajarokekî din kontrol kiriye
16 gulan, 2025   14:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan "di çarçoveya operasyonên leşkerî yên li dijî Ukraynayê de, bajarokê Volnoye Pole yê herêma Donetskê kontrol kiriye."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku windahiyên hêzên Ukraynayê zêdetirî hezar û 130 leşker in, her wiha wesayîtên şer ên zirxî, obîs û stasyonên şerê elektronîk jî hatin rûxandin.

Wezaretê daxuyand ku hêzên Koma Navendî ya Rûsyayê di hefteya borî de bajarokên Kotlyarovka, Mirolyubovka, Mikhailovka û Novo Alexandrivka yên heman herêmê bi dest xistine.

(bb)