Di xutbeyên îro de girîngiya zimanê dayikê hate vegotin

Li mizgeftên Qamişloyê mijara xutbeyan zimanê kurdî û girîngiya parastina zimanê dayikê bû.

Di xutbeyên îro de girîngiya zimanê dayikê hate vegotin
Di xutbeyên îro de girîngiya zimanê dayikê hate vegotin
Di xutbeyên îro de girîngiya zimanê dayikê hate vegotin
Di xutbeyên îro de girîngiya zimanê dayikê hate vegotin
Di xutbeyên îro de girîngiya zimanê dayikê hate vegotin
Di xutbeyên îro de girîngiya zimanê dayikê hate vegotin
Di xutbeyên îro de girîngiya zimanê dayikê hate vegotin
Di xutbeyên îro de girîngiya zimanê dayikê hate vegotin
16 gulan, 2025   15:15
QAMIŞLO

Kongreya Îslama Demokratîk bi boneya Cejna Zimanê Kurdî (15’ê Gulanê) li Qamişloyê xutbe bi zimanê kurdî dan. 

Xutbeya li Mizgefta Bedir a li taxa Hilêliyê ji aliyê mela Mihemed El Xerzanî ve hate dayîn, li Mizgefta Qasimo ya li taxa Xerbî ji aliyê mela Mazin Harûnî ve û li Mizgefta El Hisên a li taxa Kornîş ji aliyê mela Ebdurehman Bedirxan ve hat dayîn.

Mela Ebdurehman Bedirxan di xutbeyê de Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û diyar kir ku hêzên mêtinger bi rêya çewisandina zimanê dayikê hewl didin hebûn û nasnameya gelê Kurd tune bikin, lê bi ser neketine.

Her wiha mela Ebdurehman Bedirxan hin ayetên Quranê yên li ser mafên gel û neteweyan xwendin.

(bb)

ANHA