Rûsya: Di êrişa Ukraynayê de cihekî pîşeyî hat rûxandin

Rûsyayê daxuyand ku di êrişeke hewayî ya Ukraynayê de cihekî pîşeyî li herêma Saratovê zirar dîtiye.

Rûsya: Di êrişa Ukraynayê de cihekî pîşeyî hat rûxandin
10 tebax, 2025   10:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Di navbera Rûsya û Ukraynayê de şerê bi dronan dewam dike.

Waliyê herêma Saratovê ya Rûsyayê, Roman Busargin îro ragihand ku di êrişeke bi dronan a Ukraynayê ya şeva borî de cihekî pîşesaziyê zirar dîtiye.

Busargin bi daxuyaniyekê ku ser Telegramê weşandiye diyar kir ku tîmên rewşên awarte çûn cihê bûyerê û zerar sererast dikin. Lê der barê asta ziyanan de tu agahî parve nekir.

(bb)