Tirkiye zextê li Şamê dike ku neçe hevdîtinên Parîsê

Tê gotin ku Tirkiye zextê li Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê dike ku neçe hevdîtinên li Parîsê û nuçeyên duh ên derbarê mijarê hatine weşandin jî encama vê zextê bûne.

Tirkiye zextê li Şamê dike ku neçe hevdîtinên Parîsê
10 tebax, 2025   10:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa nûçeyan a Sana ku ajansa fermî ya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê ye, duh nûçeyek weşandibû û diyarkiribû ku rayedarî hikûmeta veguhêz gotiye ew tevlî hevdîtinên muhtemel ên li Parîsê yên di navbera Şandeya Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê û hikûmeta Şamê de nabin. 

Di nûçeyê de hatibû gotin ku çavkaniyê hikûmetê sedema vê biryarê "Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê" a li Hesekê hatiye lidarxistin e.

Piştî demekê Tv’ya Suriyeyê di nûçeya xwe ya derbarê heman mijarê de gotibû ku biryarek fermî ya hikûmetê nîne, rewş ne diyar e.

Li aliyê din hêzên ku civîna Parîsê organîze dikin (Fransa û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) heta niha li ser mijarê tu daxuyanî nedane.

Derbarê mijarê de Hikûmeta Veguhêz heta niha bi awayekî fermî daxuyanî nedaye, her wiha şandeya Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê jî tu nirxandin nekirine.

Balkêş e ku mijara neçûyîna hevdîtinên Parîsê piştî serdana Wezîrê Karên Derve ya Tirkiyeyê Hakan Fîdan a ji bo Şamê ku roja 7’ê Tebaxê çêbibû, hat rojevê. Piştî serdanê Hakan Fîdan gotibû ku wan li ser ewlekarî, ‘teror’ û hwd. gelek mijar bi awayekî erênî nirxandine.

HEVDÎTINA YEKEMÎN HATIBÛ TALOQKIRIN

Hevdîtinên li Parîsê cara yekem 25’ê Hezîranê hatibûn rojevê. Diviyabû ku 25’ê Hezîranê civîn pêk hatibûya, şandeya Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê jî çûbû Parîsê. Lê piştre hat gotin ku civîn taloq bûye. Li ser mijarê Amerîka, Fransa jî daxuyanî dabû ku civîn taloq bûye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku, di civînên wekî Astana, Soçî û Cinêv ên derbarê Suriyeyê de Tirkiye jî amade dibû û nedihişt ku nûnerên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê amade bibin.

Dewleta Tirk ku hîn jî li Suriyeyê wekî dagirker dimîne, tevlî civînên Parîsê nabe, lê tê gotin ku ji alî ve zextê dike ku nûnerên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê jî tevlî nebin an jî civîn betal bibe.