Rûsya û Ukranya 103 dîl bi hev guhertin

Rûsya û Ukranyayê 103 dîlên şer bi hev guhertin, nakokiyên di navbera her du dewletan dewam dikin, ev nakokî ji bo lihevkirina bidawîkirina şer dibe asteng.

Rûsya û Ukranya 103 dîl bi hev guhertin
19 tebax, 2026   13:33
NAVEND NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Interfax a Rûsyayê diyar kir ku Wezareta Parastinê ya Rûsyayê destnîşan kiriye ku îro Rûsya û Ukranya 103 dîlên şer ji her aliyek' bi hev guhertin.

Ji beriya 4 sal û nîvan, her du dewletan di demên cuda yên şer de bi hezaran dîl bi hev guhertine.

Hîn jî her du alî nakokiyên di navbera xwe de çareser nekirin, ev jî nahêle ku bighêjin hevkirinekê ji bo bidawîkirina şer.

(sb)

ANHA