Rûsya ragihand ku wê bersiva êrişa Ukraynayê bide

Rûsyayê ragihand ku hêzên wê yên parastina hewayî bersiva êrişa Ukraynayê ya bi 190 dronan dane. Her wiha da zanîn ku di êrişê de hin sivîl birîndar bûn û zerarên madî çêbûne.

Rûsya ragihand ku wê bersiva êrişa Ukraynayê bide
11 îlon, 2025   13:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Waliyê herêma Belgorod a Rûsyayê, Vyacheslav Gladkov ragihand ku  hêzên parastina hewayî di 24 saetên dawîn de êrişeke Ukraynayê ya bi zêdetirî 190 dronan şikandin û 123 dron xistine xwarê.

Walî diyar kir ku  di êrîşê de 13 avahiyên niştecihbûnê, 24 xanî, 5 avahiyên îdarî, 2 saziyên bazirganî, 5 saziyên civakî, depoyek, saziyek û 34 wesayît zirar dîtin. Her wiha da zanîn ku li hin gundên kantonê hejmarek sivîl birîndar bûne.

(bb)