Şehîd Emîne, Ekîn û Zîn li Kobanê hatin bibîranîn

Ji bo bîranîna fermandar Emîne Erciyes, Zîn Zagros û Ekîn Amara Toldar li Kobanê merasîma bîranînê hat lidarxistin.

Şehîd Emîne, Ekîn û Zîn li Kobanê hatin bibîranîn
Şehîd Emîne, Ekîn û Zîn li Kobanê hatin bibîranîn
Şehîd Emîne, Ekîn û Zîn li Kobanê hatin bibîranîn
Şehîd Emîne, Ekîn û Zîn li Kobanê hatin bibîranîn
Şehîd Emîne, Ekîn û Zîn li Kobanê hatin bibîranîn
Şehîd Emîne, Ekîn û Zîn li Kobanê hatin bibîranîn
Şehîd Emîne, Ekîn û Zîn li Kobanê hatin bibîranîn
11 îlon, 2025   13:01
KOBANÊ

Ji bo endama Konseya Fermandariyê ya HPG'ê û YJA Starê û endama Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê Emîne Erciyes (Nazli Taşpinar) û gerîlayên YJA Starê Zîn Zagros (Leyla Acar) û Ekîn Amara Toldar (Şehrîban Akin) yên ku 20'ê Nîsana 2020'î li herêma Garê di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, li konê sersaxiyê hatiye vedan û merasîma bîranînê hat lidarxistin.

Merasîm ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Kobanê û Kongra Star ve li qada Şehîd Egîd a bajarê Kobanê hat lidarxistin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre rêvebera Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Rodîn Mihemed sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha got: "Bi saya têkoşîn û berxwedana jinên azad, gelê me gihişt azadiyê. Têkoşîna ku di xeta azadiya jinan de dest pê kir, îro bi keda wan şehîdan pêş dikeve. Keda hevala Emîne pîroz e."

Rodîn anî ziman ku ew soz didin ku xeta şehîdan bidomînin û asta têkoşînê bilindtir bikin.

Rêvebera Meclisa Kongra Star a Kantona Firatê Peyman Ehmed şehîdên azadiyê bi bîr anîn û sersaxî ji malbata şehîd Emîne Erciyes, Zîn Zagros û Ekîn Amara re xwest. Peyman got "Şehîd Emîne û her du rêhevalên wê bi êrişên dagirkeriya dewleta Tirk şehîd bûbûn. Ev hevalan bi têkoşîn û berxwedaneke bêhempa raber kirin."

Peyman Ehmed bi bomdarî got "Şehîd Emîne her tim lêgerîna xwe ji bo azadiya jin û ji bo azadiya mirovahiyê hebû. Ji ber vê yekê divê em şopdarên rêya şehîdên xwe bin û ji xwe bingeh bigirin û bimeşin. Em soz didin ku em ê tu carî dest ji xetan şehîdên xwe bernedin û xeyalên wan pêk bînin."

Hevseroka Înisiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Eyşe Efendî destnîşan kir ku gerîlayên azadiyê bi salane li hember dagirkeriyê têkoşîn û berxwedaneke bê hempa didin meşandin û wiha got: "Dagirker bi hemû awayan êrişî gerîlayên azadiyê kir, lê hêza gerîlayên azadiyê hember dagirkeriyê tu carî lawaz nedibûn û berxwedake xurt didin meşandin. Gerîla xwediyê azadiyê ne û li ser fikir û felsefeya Rêber Apo dimeşin, di rêwya wê de  jî şehîd bûn. Em jî soza didin şehîdên xwe ku em ê xeta wan bişopînin."

Merasîm dê du rojand dewam bike.

(ekîb/bb)

ANHA