Rojnameyên erebî: Îsraîl ajandeyên Îranê tune dike û tevgerên Amerîka li Rojhilata Navîn

Rojnameyên erebî behsa êrişên Îsraîlê yên li dijî ajandeyên Îranê li herêmê, tevgerên Amerîka û rewşa Lîbyayê kirin.

Rojnameyên erebî: Îsraîl ajandeyên Îranê tune dike û tevgerên Amerîka li Rojhilata Navîn
4 ÇILE 2024   09:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb têkildarî kuştina Salih El Arûrî nûçeyek bi serenav `Kuştina El Arûrî berdewama hedefgirtina Mûsewî ye" parve kir. Rojnameyê diyar kir ku kuştina El Arûrî ji nava rêveberên din ên Hemasê, rasterast girêdayî Îranê ye. Nemaze ku cîhazê îstixbaratê yê Îsraîlê li Derve (Mosad) stratejiyek daye pêşiya xwe ku rayedarên girêdayî Îranê çi ji Hemasê yan jî Hizbullahê yan jî ajandeyên din ên Îranê bikuje.

Blinken wê dîsa biçe rojhilata navîn

Rojnameya Independent Erebî jî cih da daxuyaniya wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Binken ku dê biçe Rojhilata Navîn. Li gor agahiyên ku rojnameyê parve kirine, li gel zêdebûna metirsiyên firehbûna şerê li Xezayê Blinken wê êvara pêncşemê dest bi gera xwe bike û di nava gerê de wê biçe Îsraîlê jî. 

KÎ BERPIRSÊ MAYÎNA HÊZÊN BIYANÎ LI LÎBYAYÊ YE?

Têkildarî kar û barên Lîbyayê rojnameya Şerq El Ewsat nûçeyek weşand. Rojnameyê ku agahiyên xwe spartin hin rayedarên leşkerî û analîzvanên lîbyayî, destnîşan kir ku dosyaya hêzên biyanî û çete hîna çareser nebûye. Aliyên ji rojnameyê re axivîne diyar kir ku ev pirsgirêk, li ser rewşa siyasî, ewlehî û aborî ya welêt xetere ne. Li gor rojnameyê wezîrê parastinê yê berê yê Lîbyayê, Mihemed El Bergesî mayîna hêzên biyanî û çete li Lîbyayê, tê wê wateyê ku ew naxwazin ji welêt derkevin û hebûna xwe di têkiliyên li gel dewletên din de bi kar bînin yan jî berjewendiyên xwe yên aborî û jeosiyasî li Lîbyayê xurttir bikin.

(şx)