Ji bişîkan hişyariya şewba firindeyan

Beytaran hişyarî kir ku bi demsala buharê re xeteriya belavbûna şewba firindeyan (çûkan) heye û ji xwediyên çewlikên mirîşkan û welatiyên ku çûk û mirîşkan xwedî dikin xwestin tedbîran bigirin.

Ji bişîkan hişyariya şewba firindeyan
Ji bişîkan hişyariya şewba firindeyan
Ji bişîkan hişyariya şewba firindeyan
27 sibat, 2024   05:08
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Bi destpêkirina demsala buharê re, li hemberî xeteriya şewba firindeyan pispor banga hişyariyê dikin. 

Bijîşkê sewalan (beytar) Heval Yusif da zanîn ku demsala koçberiya firindeyan (çukan) dest pê kiriye, lewma xeteriya belavbûna şewşê heye û got: “Di mehên dawî de şewb li nava firindeyan belav dibe, zirarê dire çûk û mirîşkan.”

Heval Yusif bal kişand ku belkî xwediyên çewlikên mirîşkan nikaribin nexweşiyê teşhîs bikin, lewma îhtîmala belavbûna vê nexweşiyê heye û ji xwediyên çewlikan xwest ku vîtamin bidin firinde û mirîşkan.

Heval Yusuf ji welatiyên ku li malên xwe çûk û mirîşkan xwedî dikin jî xwest cihê firindeyên xwe paqij bikin, dem bi dem ji bo hewayê paqij vekirî bihêlin û vitamin bidin wan. 

(şx)