Rûniştina doza Nêrgiz Mihemedî pêk hat

Çalakvana Îranî ya xwedî Xelata Aşatiyê ya Nobelê Nêrgiz Mihemedî, çûyîna dadgehê red kir, lê bê ku amade be hate dadgehkirin.

Rûniştina doza Nêrgiz Mihemedî pêk hat
9 hezîran, 2024   14:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Parezerê çalakvana Îranî ya xwedî Xelata Aşatiyê ya Nobelê Nergiz Mihemedî, Mistefa Nîlî ragihand ku duh bê ku Nêrgiz amade be, yekem danişîna Nêrgiz li dadgeha Şoreş ya Tahranê pêk hatiye.

Parêzer Mistefa da zanîn ku di danişînê de carek din Nêrgiz Mihemedî bi ‘Propagandaya dijî dewletê’ hatiye tometbarkirin.

Aktîvîsta 52 salî bang kir ku bi beşdariya rojnamevanên serbixwe, parêzvanên mafên mirovan, parêzvanên mafên jinan û parêzeran, darizandin ji bo gel vekirî were pêkanîn.

Hêjayî gotinê ye Nêrgiz Mihemedî yek ji wan kesên tevlî serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bibû û niha li girtîgeha Evîn ya Îranê tê girtin.

Çalakvana mafên mirovan Nêrgiz Mihemedî ya li girtîgeha Evînê ya Îranê girtî ye, ji ber têkoşîna xwe ya li dijî pêkanînên desthilatdarên Îranê yên li dijî jinan û têkoşîna wê ya ji bo pêşxistina mafên mirovan, sala borî xelata Nobelê ya aştiyê girt.