Ji Tebqayê peyama piştgiriyê ji bo berxwedana Colemêrgê

Şêniyên Tebqayê bi meşekê piştgirî da bexwedana Colemêrgê ya li dijî desteserkirina vînê.

Ji Tebqayê peyama piştgiriyê ji bo berxwedana Colemêrgê
Ji Tebqayê peyama piştgiriyê ji bo berxwedana Colemêrgê
Ji Tebqayê peyama piştgiriyê ji bo berxwedana Colemêrgê
Ji Tebqayê peyama piştgiriyê ji bo berxwedana Colemêrgê
9 hezîran, 2024   14:03
TEBQA

Bi sedan şêniyên bajarê Tebqayê li dijî girtina hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş, desteserkirina şaredariyê û tayîdkirina qeymûn meşek li dar xist.

Şêniyan  ji ber avahiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Tebqay ber bi Qada Şehîdan a li naverasta bajar ve meşiyan. Di meşê de pankartên bi nivîsên "Na ji dagirkeriya Tirk re," û  "Bijî berxwedana Colemêrgê ya Kurd" hatin vekirin. Wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hati hildan û dirûşmên "Bijî berxwedana Colemêrgê" û "Hilweşa rejîma Tirk a dagirker" hatin berzkirin.

Li Qada Şehîdan daxuyaniyek bi navê Yekitiya Şaredariyên Kantona Tebqayê ji aliyê hevserokê yekitiyê Ebdulhemîd El Ebdolî ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de xwepêşandanên li dijî siyasetên dewleta Tirk hatin silavkirin. Hate gotin, dewleta Tirk siyasetên înkarê li dijî gelan dimeşîne û tevgerên ji bo demokrasiyê binpê dike. Girtin û binçavkirina siyasetmendar, rewşenbîr û parlamenteran, dîsa gefên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de piştgiriya berxwedana gelan a li hemberî siyasetên desthilata Tirk hat kirin û hate gotin, berxwedan rêya yekane ya pêkanîna edalet, demokrasî û bidawîkirina siyasetên înkarê ye.

(bb)

ANHA