Artêşa Tirk zarokek qetil kir

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker li ser sînroê gundê Dûda yê di navbera Qamişlo û Amûdê de gule barandin, di encamê de zarokek hat qetilkirin û ciwanê pê re birîndar bû.

Artêşa Tirk zarokek qetil kir
9 hezîran 2024   14:49
QAMIŞLO

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji gundiyan wergirtine, di dema hewldana nêzbûna ji sînor û derbaskirina wê leşkeran gule li ciwan û zarokê pê re reşandin. 

Li gorî gundiyan, leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên li navendên li ser sînor bi cih bûne bi çekên giran gule reşandin, di encamê de gule li serê zarokê bi navê Hisên El Semlo (16) ket û jiyana xwe ji dest da û ciwanê pê re birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneya Qamişlo.

Her wiha şandeyeke leşkerî ya Rûsyayê berê xwe da cihê bûyerê. Li gorî nûçegihand ew cih dikeve bakurê rojhilatê gundê Dûda û 100 metre ji sînor ve dûr e.

(fr)