`Rûdana şerekî rasterast di navbera Washington û Tehranê de dûr e`

Lêkolîner Tariq Wehbî û nivîskarê têkiliyên navneteweyî Nebîn Necmedîn diyar kir ku rêveberiya DYA’yê naxwaze qada şer firehtir bike, ji ber ku bi şerê Ukraynayê re mijûl e û çavê wê li tevgerên Çînê yên li Deryaya Çînê û fişarên li ser Taywanê ye.

`Rûdana şerekî rasterast di navbera Washington û Tehranê de dûr e`
17 sibat, 2024   05:33
NAVENDA NÛÇEYAN
GÎVARA ŞÊX NÛR

Lêkolîner û analîzvanê siyasî Tariq Wahbî got: "Ji dema Joe Biden serokatiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dike, rêveberiya wî hewldanên xwe ji bo vegera DYA’yê li lihevkirina nukleerî ya Îranê û dehf bide Îranê ku bendên Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî pêk bîne, zêde kirin."

Tariq Wahbî wiha domand: "Vê însiyatîfê rastiyeke nû ferz kir ku êdî dan û standinên amerîkî ji her demê bêtir pêşniyara Îranê ya berjewendiyên hevbeş qebûl dikin. Jê ya herî girîng şerekî leşkerî di navbera DYA û Îranê de çênebe."

Her wiha Wahbî got: "Li ser van rastiyan, piştî destpêkirina çirûska 7`ê Cotmehê, piştgiriya rojavayiyan, di serî de DYA, ji Îsraîlê re, Îranê maf da xwe ku piştgiriya tîm û alîgirên xwe bike. Ji ber wê milîsên wê yên li Iraq, Yemen, Lubnan û heta Sûriyeyê berjewendiyên rojavayiyan, bi taybet ên DYA, kirin hedef. Ev bersivdayîna yekemîn a piştgiriya bêşert ji Îsraîlê re ye. Ji wê dîrokê ve, her du alî hewl didin rewşê aram bikin û di heman demê de bi hedefgirtinan xetên sor yan jî xetên ku nabe derbas bikin, ji hev re diyar bikin."

Bi nêrîna Wahbî ji êrişên li Iraqê çêdibin û îsrara hikumeta Iraqê wisa tê fêmkirin ku Îran berjewendiyên DYA’yê yên nêzî rêgeza Îsraîlê dike hedef. Li gorî Wahbî, ev faktoreke girîng e ku DYA qebûl bike ev bûyerên rû didin ne rasterast li dijî wê ye.

Wahbî wiha berdewam kir: "Rêveberiya DYA’yê naxwaze qada şer firehtir bibe, ji ber ku bi aloziya Ukraynayê re mijul e û çavê wê li tevgerên Çînê li deryaya wê û fişarên li ser Taywanê ye."

Wahbî balkişand ser rewşa hundirîn a DYA’yê, hilbijaritnên serokatiyê û got: "Diyar e ku serok Biden nikare derkeve ser ragihandinê nemaze ku di xîtabên xwe de ne zelal e û ji bîr dike. Wek encam dikarim bêjim ku Îsraîl, DYA xiste rêgeza xwe ya wêranker li Xezayê û niha DYA hewl dide şer firehtir nebe ji ber ku dê berbelavbûnek çêbibe û rêveberiya leşkerî ya DYA’yê dê nekare li tevahî eniyan di heman astê de be."

Nivîskar û pisporê têkiliyên navneteweyî Nebîl Necmedîn îşaret pê kir ku gelek sedem û faktor hene ku bandor li xwezaya bersivdayîna DYA’yê li hember êrişên Tehranê li Rojhilata Navîn dike."

Bi nêrîna Nebîl Necmedîn êdî rageşî ne tenê di navbera DYA û Îranê de ye, lê belê lîstikvanên din jî ketin navberê, ew jî Moskov û Pekîn in.

Necmedîn destnîşan kir ku sedema bersivdayîna qels a DYA’yê, ew e ku dosyaya Xezayê li gelek paytextên rojavayî bûye rojev û Washington naxwaze rê li ber şerekî bi Îranê re veke.

Têkildarî sedema din jî Necmedîn got: "Îran li tengava Hurmizê ye. Zeviyên petorlê nêzî moşekên Îranê ne. Yanî heke êriş Îranê bike, ev yek dê bi awayekî neyînî bandor li dosyaya enerjiyê ya cîhanê, pîşesaziyê û teknolojiyê bike."

Necmedîn di wê baweriyê de ku daxuyaniyên her du welatan îsbat dikin ku her du jî fêm kirine heke rewş ji bin kontrol derkeve çiqas xetere ye û wiha domand: "Dibe li ser asta siyasî rageşî hebe lê bawer nakim ku her du paytext bikev şerekî rasterast."

(şx)

ANHA