Li ber vegera penaberên sûriyeyî ji Lubnanê gelek astengî hene

Mijara penaberên sûriyeyî li Lubnanê gelekî girêk e û çareseriyên giştî li gorî berjwendiyên hemû aliyan pêwîst dikin.

Li ber vegera penaberên sûriyeyî ji Lubnanê gelek astengî hene
17 sibat, 2024   07:36
BEYRÛT

Desthilata li Lubnanê hewl dide hebûna penaberan li Lubnanê bi rêxistin bike. Ji ber wê beriya çend mehan dest bi xebatên serjimariyê kir.

Herî dawî, biryar hate destxistin ku vegera dilxwazî ya penaberên sûriyeyî yên ku dixwazin vegerin Sûriyeyê dest pê bike. Li gorî daxuyaniya Gerînendetiya Ewlehiya Giştî ya Lubnanê, dem û mekanîzmeya pêkanîna wê, dê di demeke pêş de diyar bibe.

HÊZÊN ROJAVAYÎ DIBÊJIN REWŞ LI SÛRIYEYÊ JI BO VEGERA PENABERAN NE EWLE YE

Ji ber berdewamkirina aloziyê li Sûriyeyê, vegera penaberan li ser du astan tê nirxandin; yek erênî ye ji ber ku şer bi dawî bûye û yek jî neyînî ye, ji ber ku alozî li gelek herêmên Sûriyeyê berdewam e.

Rojava û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) diyar dikin ku Sûriye hîna ne ewle ye ji bo ku penaber vegerin. Ji ber ku şer hîna li bakurê Sûriyeyê bi dawî nebûye. Human Rights Watch (HRW) di lêkolîneke xwe de got rewş li Sûriyeyê ne ewle ye heta ku penaber lê vegerin. Nemaze ku ji rejîmê û kiryarên wê yên hovane direvin. Her wiha stratejiyeke diyar ji aliyê hikumeta Şamê û civata navneteweyî ve têkildarî mijarê tune ye.

PENABARÊN SÛRIYEYÎ TECRÎD DIKIN

Ji ber gelek sedemên aborî, civakî û jiyanî penaberên sûriyeyî naxwazin vegerin welatê xwe. Ajansa me bal kişand ser vê mijarê û ji gelek penaberên sûriyeyî yên li Lubnanê pirs kir çima venagerin.

Penaberê bi navê M.S. ku nexwest navê xwe aşkera bike, got: “Em ditirsin bên girtin yan jî biçin leşkeriya mecbûrî."

Penaberê bi navê K.S. jî ku ji destpêka aloziya 2011`an ve li Lubnanê dimîne, diyar kir ku rewşa aborî ya li Sûriyeyê rê li pêşiya vegera wan digire û wiha domand: "Tevî aloziyên li Lubnanê, lê aramî û îstiqrar lê heye. Derfetên kar hene û komeleyên ne hikumî xebatên civakî ji me re pêşkêş dikin."

K.S ev li gotinên xwe zêde kir: "Zarokên me jî ji guhertinê ditirsin ji ber ku ew li Lubnanê ji dayîk bûn û fêrî jiyana civakî ya li vir bûn."

Penaberê bi navê Sedam El Agawat jî behsa şert û mercên ku ji ber wê venagere Sûriyeyê û got: "Leşkertiya neçarî, sedema binghîn e. Her wiha rewşa aborî jî me bi fikar dike ku em ê çawa debara xwe li Sûriyeyê bikin."

ÎNSIYATÎFEKE METIRSÎDAR; ‘HER WELATIYEK NOBETDAR E’

Ruxmî têkiliyên civakî yên di navbera lubnaniyan û sûriyeyan de di salên borî de, lê rageşiyên civakî û ewlehiyê li gelek cihan diyar dibin. Beriya mehekê, endamekî polîsa şaredariya Beyrûtê li herêma El Cemîze hate kuştin ku dema hewl dida ajokarekî motorsîklêt ku nasnameya sûriyeyî pê re heye, rawestîne ji ber ku qanûna trafîkê binpê kir, ajokar gule avête wî û kuşt.

Ev bûyer li Lubnanê rageşiyeke mezin çêkir û li ser wê însiyatîfa "her welatiyek nobetdar e" ji aliyê parlamenterê lubnanî Xassan Hasbanî û gelek parlamenterên din ve hate ragihandin. Ev însiyatîf, derfetê dide welatiyan ku penaberên sûriyeyî yên bi awayekî ne rewa li Lubnanê ne, polîsê li wan agahdar bikin bi rêya bernameyekê bi navê "agahdarkirin". Ev bername, derfetê dide welatiyan ku wêneyekê bi rêya telefona xwe ji penaberan re bikişîne, dûre cureya muxalefetê ji lîsteyeke diyar hilbijêre û ji aliyên têkildarî re bişîne.

Li ser malperên medya dijîtal rageşî li ser vê însiyatîfê çêbû. Gelekan diyar kir ku ev însiyatîf, xîbatê nefretê û nijadperestiyê li dijî penaberên sûriyeyî zêde dike.

Her wiha hawîrdoreke bi tirs û ne ewle ji penaberan re diafrîne. Yanî ew sedemên bingehîn ku ji ber wê sûriyeyî li Lubnanê penaber in, çareser nake. Gelek jî dibêjin, însiyatîf pêwîst e ji bo ku ewlehî were sepandin û bi desthilata Lubnanê re dibe alîkar ji bo ku sûcdar û yên qanûnê binpê dikin, zeft bike.

Heta niha tu delîl delîl tune ye ku sûriyeyî herî zêde rûbirûyî, kirina sûcan in yan jî tev li wan bibin.

Pêwîst e hevkarî û diyalog di navbera desthilata Lubnanê û Sûriyeyê û civata navneteweyî de were kirin ji bo ku dosyaya penaberên sûriyeyî were çareserkirin û vegereke ewle ji wan re peyda bibe.

(fr)

ANHA