rojnameyên erebî: Rêxistinên terorîst careke din li Rûsyayê êriş kir

Rojnameyên erebî vê sibê di weşanên xwe de cih dan êrişên li dijî Rûsyayê, derengixistina danûstandinên di navbera Hemas û Fetihê de.

rojnameyên erebî: Rêxistinên terorîst careke din li Rûsyayê êriş kir
25 hezîran, 2024   10:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh (24’ê Hezîran) rayedarên Hemas û Fetih ji Reutersê re gotibûn, dan û standinên lihevkirinê di navbera herdu aliyan de ku biryar bû navîna vê mehê li Çînê hatiban lidarxistin, hatin derengxistin, lê dem nehatiye diyarkirin. Li ser vê mijarê rojnameya Ereb a Londonê nûçeyek bi sernavê ’dan û standinên Fetih û Hemasê bên paşxistin an neyên paşxistin wekî hev in’ weşand.

Rojnameyê ku agahiyên xwe ji aliyên siyasî yên filistînî wergirtine diyar kir ku tevî hewldanên Çînê ku her du aliyan li hev bîne, lê ji destpêkê ve xuya ye ku dan û standin dê mehkumî têkçûyînê be.

Di dewama nûçeyê de hate diyarkirin "Aliyên filistînî destnîşan dikin ku tevliheviya dosyaya lihevhatinê ya di navbera her du tevgerên hevrik ên Filistînê de bi mijarên navxweyî û îradeya her du aliyan tenê ve sînordar nîne. Lê belê di heman demê de girêdayî şert û mercên derdorê yên şerê Îsraîl û Hamasê û encamên wê ye."

Têkildarî armanca Çînê ji lihevanîna Hemas û Fetihê jî hate gotin "Çînê dixwaze hebûna xwe ya diplomatîk li Rojhilata Navîn pêş bixe û wekî DYA’yê xwedî hegemon bike, lê DYA’yê vê yekê qet qebûl nake."

’LI RÛSYAYÊ CAREKE DIN TEROR; NÎŞANEYÊN PÊŞDEÇÛNA DAIŞ LI BAKURÊ QAFQASYAYÊ’

Rojnameya Şerq El Ewsat cih da êrişên li Rûsyayê. Di nûçeyê de hate gotin "Piştî derbasbûna 3 mehan di serî êrişa herî dijwar a li eywana Crocus City Hall a paytexta Rûsyayê Moskovê re, komên çekdar êrişeke herî xwîndar li herêma Dagistan a Rûsyayê pêk anî. Bi van êrişan re li Rûsyayê dosyaya terorê careke din derdikeve pêş."

 Di dewama nûçeyê de hate diyarkirin ku êrişa li Crocusê girêdayî pêşdeçûna çalakiya terorê li Dagistanê ye û hate gotin: "Li gorî daxuyaniyên saziyên ewlehiyê ku agahiyên xwe spartin lêpirsînên bi komên tundraw re yên êriş pêk anîne, tundrawên li Dagistanê  di warê veguhestin û çekan de alîkarî dane endamên koma ku êriş li Crocusê pêk anîne. Tevî ku DAIŞ’ê êrişa li Dagistanê negirtiye ser xwe, lê pisporên têkildarî dosyayên terorê diyar dikin ku geşedanên li Dagistanê hatin dîtin, asteke nû ya berfirehkirina tevgera DAIŞ`ê di nav axa Rûsyayê de nîşan dide. Demeke berê pisporan diyar kiribû ku kom DAIŞ`ê Xuresan a berê li Afganistan û herêma Asyaya Navîn çalak bûêdî rasterast tevgerên DAIŞ`ê li Rûsyayê bi rêve dibe, ev tê wê wareyê ku tundrawên li herêma Gagistanê û herêmên din ên çiyayê yên asê li dora vî welatî, di bin rêveberî û çavdêriya rasterast a DAIŞ`ê Xurasanê kar dikin.

Rojnameyê di nûçeya xwe de destnîşan kir ku ev sedema sereke ya têkçûna rewşa li herêma bakurê Kafkasyayê ye ku êrişên li dijî navendên hikumetê bi awayekî zêde pir bûye.

(bb)