Rojnameyên erebî: Nîqaşên Hemas û navbeynkaran dewam dikin

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de cih da hewldanên pêkanîna agirbestê li Xezayê, hilbijartinên Îranê û şerê li Sûdanê.

Rojnameyên erebî: Nîqaşên Hemas û navbeynkaran dewam dikin
4 adar, 2024   11:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Erebî El Cedîd der barê şerê Îsraîl û Hemasê û hewldanên pêkanîna agirbestê de nûçeyek bi sernavê "Nîqaşên di navbera Hemas û navbeynkaran de îro dewam dikin" weşand.

Li gorî rojnameyê ku agahiyên xwe ji çavkaniyan wergirtine, xebatên roja yekemîn a nîqaşên li ser pêşniyara "Parîs 2" a di navbera  navbeynkaran û tevgera Hemasê de dest pê kiribûn,  şevê din bi dawî bûn. Hate gotin Misir û Qeterê li helwesta Hemasê ya der barê pêşniyara "Parîs 2" de guhdar kir. Her wiha hate diyarkirin ku Hemas li ser vegera penaberan li bakurê Xezayê û garantiya agirbestê israr dike.

Rojnameyê li ser zimanê çavkaniyan ev agahî dan: "Nîqaşên Hemas û navbeynkaran dê îro bi beşdariya DYA’yê dewam bikin û helwesta Îsraîlê ya şandina şandeyê dê bandorê li nîqaşên heyî yên li Qahîreyê neke."

‘HILBIJARTINÊN ÎRANÊ… TÊ ÇAVERÊKIRIN KU TÛRA DUYEM LI TEHRANÊ PÊK WERE’

Rojnameya Şerq El Ewsat cih da hilbijartinên Îranê. Hate diyarkirin ku Tehran jî di nav de, li gelek navendên din, hilbijartin derbasî tûra duyemîn bûye.

Rêjeya beşdarbûna hilbijartinan ji dema şoreşa 1979’an ve ku rê li ber avakirina Komara Îslamî ya Îranê vekiribû, ya herî kêm e. Li gorî rojnameyê beşdarbûna kêm asta paşketina bêbaweriya îraniyan bi bandora proseya hilbijartinan nîşan dide.

‘EL BURHAN BI KAXEZA ÎRANÊ ZEXTÊ DIKE DA KU JI DYA’YÊ BIXWAZE LI GORÎ BERJEWENDIYÊN WÊ DESTWERDANÊ BIKE’

Rojnameya El Ereb nûçeyek li ser şerê li Sûdanê weşand. Hate gotin artêşa Sûdanê dest bi bazirganiyeke siyasî ya nû kiriye û dixwaze bi kaxeza Îranê zextê li DYA’yê bike, ji bo ku li gorî berjewendiyên wê destwerdana li şer bike.

Di dewama nûçeyê de hate gotin: “Çavkaniyeke îstixbarata Sûdanê agahiyek li ser pêşniyara Îranê ya ji bo ji artêşê ji rojnameya The Wall Street Journal a amerîkî re aşkera kir. Pêşniyar ew e ku baregeheke leşkerî ya daîmî ya Tehranê li ser Deryaya Sor were avakirin."

Çavkaniyeke Sûdanê jî ji rojnameya El Ereb re got ev hewldan mehkûmî têkçûnê ye û got: "Ji ber ku rewşa El Burhan rê nade wî ku şantajê bike û ji ber ku ev hêz Amerîka ye, rewş dê metirsîdartir be, ji ber ku berê hewl da karta Rûsyayê bi kar bîne, lê bi ser neket."

(bb)