Fermandarekî DYA’yê serdana Sûriyeyê kir

CENTCOM’ê ragihand ku general Michael Corella di çarçoveya serdana xwe ya li Rojhilata Navîn de serdana Sûriyeyê kiriye. Michael Corella li gel berpirsên herêmê şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê û rewşa kesên ku ji şer ziyan dîtine, nîqaş kirin.

Fermandarekî DYA’yê serdana Sûriyeyê kir
4 adar, 2024   11:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Navendî ya DYA’yê (CENTCOM) bi daxuyaniekê ragihand ku fermandarê wan general Michael Eric Corella serdana Misir, Urdun, Sûriye û Îsraîlê kiriye.

Di daxuyaniya CENTCOM’ê de hate gotin, rojên 28 û 29’ê Sibatê general Corella, tevî baregehên Burc 22, Tenef û Rimêlan, serdana navendên CENTCOM’ê yên li Urdin û Sûriyeyê kiriye.

Li gorî daxuyaniyê, Corella serdana kampên malbatên çeteyên DAIŞ’ê, kampên Roj û Holê jî kiriye. Hate diyarkirin ku Corella bi rayedaran re mijara vegerandina malbatên çeteyên DAIŞ’ê li welatên wan û kesên ji ber şer ziyan dîtine, nîqaş kirine.

Li gorî daxuyaniyê, Corella 27’ê Sibatê serdana herêma Erîş a li Misirê û deriyê sînor ê Refehê yê di navbera Misir û Filistînê de jî kiriye da ku hewldanên gihandina alîkariyên mirovî ji Misirê bo Xezayê nîqaş bike. Hate diyarkirin ku ji 28’ê Adarê heta 2’yê Adarê serdana Îsraîlê kir û li wir li gel wezîrê parastinê, serokerkan û gelek rayedarên artêşa Îsraîlê re civiyaye.

(bb)