Sûdanî ji bo diyarkirina waliyê Kerkûkê bi partiyên li Kerkûkê re civiya

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji bo diyarkirina waliyekî nû yê Kerkûkê bi nûnerên partiyên siyasî yên li Kerkûkê di hilbijartinan de bi serketibûn re civiya.

Sûdanî ji bo diyarkirina waliyê Kerkûkê bi partiyên li Kerkûkê re civiya
4 adar, 2024   10:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî duh li Bexdayê bi nûnerên partiyên siyasî yên li Kerkûkê di hilbijartinan de bi serketibûn re, civiya. Li gorî daxuyaniya ofîsa ragihandinê ya serokwezîrê Iraqê, di civînê de biryar hat dayîn ku di nava du hefteyan de ji bo diyarkirina waliyê Kerkûkê û encûmena bajêr bernameyek hevpar were amadekirin.

Li gorî heman daxuyaniyê Sûdanî di civînê de xwestiye ji bo parastina aştiya civakî ya li Kerkûkê, diyaloga di navbera aliyên siyasî de dewam dike.

Heman daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku nûnerên partiyên siyasî yên Ereb, Kurd û Tirkmenan di civînê de pêşniyar û bernameya xwe ya ji bo diyarkirina walî û meclîsa bajêr pêşkêşî Sudanî kirine.

Hêjayî gotinê ye di 18’ê Kanûna 2023’yan de li Iraqê hilbijartinên parêzgehan pêkhatin. Li Kerkûkê Kurd, Ereb, Tirkmen û pêkhateyên bajêr ji bo 16 kursiyan ketin pêşbirkê. Ji bo diyarkirina waliyek nû jî pêwîstî bi 9 kursiyan heye.

Li gorî encamên hilbijartinê li Kerkûkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) 5 kursî û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî 2 kursî bi dest xistine. Lê heya niha ji ber nakokiyên siyasî waliyek ji bo Kerkûkê nehatiye diyarkirin.