Rojnameyên erebî: muxalefeta Tirkiyeyê pêş dikeve

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de hilbijartinên xwecih ên li Tirkiye û Bakurê Kurdistnê, geşedanên li Iraqê û diyalogên di navbera Hemas û Îsraîlê de nirxandin.

Rojnameyên erebî: muxalefeta Tirkiyeyê pêş dikeve
1 nîsan, 2024   10:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Erebî El Cedîd der barê hilbijartinên xwecih ên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de nûçeyek bi sernavê "Hilbijartinên xwecih ên Tirkiyeyê: Yên teqawidbûyî partiya desthilatdar ceza dikin û mûxalefet ji nû ve zindî dibe" weşand.

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku hilbijartinên xwecih ên Tirkiye, di serî de partiya serdest AKP’ê, tevahî partiyên siyasî, çavdêr û şopdar matmayî kir.

Di nûçeyê de hat bibîrxistin ku di hilbijartinan de CHP’ê li gelemperiya Tirkiyeyê û bajarên mezin bi ser ketiye, lê AKP’ê ya ku bajar û bajarok ji dest dan, ji 22 salan ve mîna vê paşdeçûnê nedîtiye.

Rojnameyê binkeftina AKP’ê spart 3 sedeman û ev nirxandin hat kirin "Sedema yekemîn rewşa aborî û zêdebûna bihayan e ku bi awayekî mezin paşde çûye û bandor li rewşa debarê ya welatiyan kiriye. Sedema duyemîn jî girêdayê hevalbendiya CHP û DEM Partî ya Kurdan e. DEM Partiyê li bajarên mezin bi taybetî li Stenbolê dengê xwe dan namzetên CHP’ê.   Sedema sêyemîn jî pêşketina Partiya Rafahê ye. Rafahê karibû dengan ji destê mûhafezkarên îslamî derbixe û giha rêjeyeke baş ku bandor li AKP’ê kir."

’LI HEMBERÎ SERDANA SEROKWEZÎRÊ IRAQÊ YA LI WASHINGTONÊ 2 NERÎNÊN DIJWAR’

Rojnameya El Ereb cih da serdana serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya El Sûdanî ya ji bo DYA’yê ku çav li rêye di navîna vê mehê de pêk were. Di nûçeyê de hate diyarkirin ku dibe serdan û dosyayên hesas û bi girêk ên ku di serdanê de werin nîqaşkirin, ji El Sûdanî re bibe ezmûneke zehmet û pê re nikarbe siberoja xwe ya siyasî diyar bike.

Li gorî nûçeyê "Di Peyama têkildarî serdanê ku parlamenterên DYA’yê ji Jeo Biden re şandine de xuya dibe ku di saziyên DYA’yê de nêrînek serwer e. Ev nêrîn jî serdana serokê hikumeta Iraqê ’ji bo pêkanîna siyasetên Îranê li welat e û divê Washingtonê li gorî wê nêzîk bibe’ dinirxîne. Li gorîn nêrîna dijberî vê yekê; eger El Sûdanê nikaribe helwesta xwe ya der barê bidawîkirina hebûna leşkerî ya DYA’yê ya li Iraqê de diyar bike, hingî dê ji aliyê hêzên Îranê ve were dîtin ku serî ji zextên DYA’yê re ditewîne û ji siyasetên wê yên li Iraqê razî ye."

’HEWLDANÊN AGIRBESTÊ LI XEZAYÊ DIKIN HILWEŞIN..HEJMARA KESÊN JI BIRÇÎNA DIMIRIN ZÊDE DIBE’

Rojnameya Şerq El Ewsat cih da dan û standinên agirbestê yên di navbera Hemas û Îsraîlê de. Hate gotin, çarenûsa dan û standinên li Qahîreyê yê der barê agirbesta li Xezeyê de di navbera hêviyên serkeftinekê û têkçûna Hamasê ji bo çareserkirina helwesta xwe ya li ser beşdariyê de maye.