35 roj di ser revandina Silêman Ehmed re derbass bûn

Rojnamevan Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 35 roj e agahî jê nayê wergirtin. PDK nahêle parêzer an jî malbat Ehmed bibînin.

35 roj di ser revandina Silêman Ehmed re derbass bûn
28 mijdar 2023   10:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnamevan Silêman Ehmed 25’ê Cotmehê dema xwest di Deriyê Sêmalka re derbasî Başûrê Kurdistanê bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 35 roj e agahî jê nayê wergirtin.

Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê daxuyaniyandibû qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed “ne ji ber karên wî yên rojnamevaniyê ye” û gefa cezakirinê lê xwaribû.

Li gel ku bertek û helwestên li dijî revandina Silêman Ehmed zêde dibin, her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed jî zêde dibin. Lê hîna hikumeta Başûr der barê rewşa Ehmed de agahiyek nedaye.