Rojnameyên erebî: Îsraîl stratejiya xwe ya li Sûriyeyê diguherîne

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de cih da êrişên Îsraîlê yên li Sûriyeyê, rewşa Tûnisê, her wiha têkiliyên Erebistana Siûdî û Almanyayê.

Rojnameyên erebî: Îsraîl stratejiya xwe ya li Sûriyeyê diguherîne
9 ÇILE, 2024   10:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî êrişên Îsraîlê yên li ser Sûriyeyê rojnameya Independent Arabia nûçeyek bi sernavê “Îsraîl stratejiya xwe ya li Sûriyeyê diguherîne” weşand. 

Di nûçeyê de hate gotin “Îsraîl derbeyên dijwar ên kujer li Sûriyeyê dide, kamyonên kel û pelan, binesazî û kesên ku çekan ji Îranê ji hevalbendên wê yên li herêmê re dişînin, dike hedef."

Di dewama nûçeyê de hate gotin “Berpirsekî îstîxbarata leşkerî ya Sûriyeyê û fermandarê hevpeymaniya herêmî ya ku destekê dide hikumeta Şamê, her wiha çavkaniyan da zanîn ku Îsraîlê piştî êrişên Hemasê yên li ser Îsraîlê yên 7’ê Cotmeha borî û piştî êrişên Îsraîlê yên li ser Xeza û Lubnanê, stratejiya xwe xwe guhertiye.”

Rojnameyê cih da daxuyaniya fermanderekî hevalbendiya herêmî û hate diyarkirin ku Îsraîl êdî êrişên li Sûriyeyê dike, mîna berê venaşêre û dixwaze zirarên mezin bigihîne Hizbullahê.

‘TEVGERA NEHDA YA ÎXWANÎ HEWL DIDE JI BINKEFTINA XWE BIREVE’

Rojnameya El Ereb bal kişand ser rewşa Tûnisê. Di gotareke rojnameyê de hate destnîşankirin ku serkreterê giştî yê Partiya Tevgera Nehda ya Îxwanî ya li Tûnisê El Ecmî El Werîmî guhertina navê partiyê û meclisa şêwirî gengaz dibîne. Hate gotin ku sekreterê Partiya Tevgera Nehda hewl dide nîşaneyên girêdana tevgerê bi îslama siyasî ve ji holê rake û nêzî partiyeke sivîl bike.

‘SEDEMÊN RAKIRINA VETOYA LI SER FIROTINA EUROFIGHTER TYPHOON JI BO SIÛDIYE’

Tora El Hura bal kişand ser sedemên ku Almanya vetoya li ser firotina balafirên şer ên Eurofighter Typhoon ji bo Erebistana Siûdî rakiriye.

Rojnameyê cih da daxuyaniya wezîra karên derve ya Almanyayê Annalena Baerbock. Di nûçeyê de hate diyarkirin ku wezîra karên derve ya Almanyayê Annalena Baerbock, piştî hevdîtinên xwe yên li gel derokê Îsraîlê Îshaq Herzog û wezîrê karên derve yê Îsraîlê Îsraîl Katz re, roja yekşemê ragihand ku "Berlîn amade ye destûrê bide firotina balafirên Eurofighter ji Erebistana Siûdî re."

Di dewama nûçeyê de hate gotin Annalena Baerbock rasterast aşkera nekir ji ber çi welatê wê ev veto rakiriye. Lê hate diyarkirin ku daxuyaniya wê diyar dike ku ev gav girêdayî "rola avaker a Riyadê di aloziya ewlehiya herêmê de" ye. Her wiha hate destnîşankirin ku Annalena Baerboch aşkera kir ku Erebistana Siûdî û Îsraîlê dev ji siyasetên normalîzekirinê bernedaye.

(bb)