Ji Kongra Sar û Kombûna Jinan a Zenûbiya peyamên sersaxiyê

Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbiya ji ber wefata dayika endamê Komîteya Navendî ya PKK`ê Murat Karayilan, Hedle Karayilan peyamên sersaxiyê weşandin.

Ji Kongra Sar û Kombûna Jinan a Zenûbiya peyamên sersaxiyê
9 ÇILE, 2024   10:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongra Star û Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya bi 2 peyaman sersaxî ji malbata endamê Komîteya Navendî ya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Murad Karayilan re xwest.

Di peyama Kongra Star de hate destnîşankirin ku dayîka Hedle, ji bo jinên Kurdistanê mînak e ku hişt jin li ser şopa wê, nifşekî zana mezin bikin ku nirxên şehîdan biparêzin.

Her wiha hate diyarkirin ku dayîka Hedle careke din îsbat kir ku jin bingeha afrîneriyê ne, mamosteya herî mezin e, nîvê civakê ye û nîvê din jî mezin dike, ji ber wê dijminên mirovahiyê hesabê jê re dikin û jinên pêşeng û têkoşer ên li hember hegemonyaya baviksalar serî hildane, çand û dîroka xwe parastine, dike hedef.

Di peyama Meclisa Kombûna Jinan de hate gotin: "Bi navê Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya li herêmên rizgarkirî em sersaxiyê ji endamê Komîteya Navendî ya PKK`ê Murat Karayilan re ku ji ciwantiya xwe ve di oxira pêkanîna demokrasiyê û azadiyê de tê dikoşe û malbata wî re dixwazin.”

(şx)

ANHA