Rojnameyên erebî: Îdiayên Esed û Ozel dê hevdîtinê bikin ne rast in

Rola Iraqê di normalîzekirina têkiliyên Şam û Enqereyê de û îdiayên ku dibêjin dê serokê partiya opozîsyonê ya Tirkiyeyê û Esed bicivin, manşetên îro yên rojnameyên erebî ne.

Rojnameyên erebî: Îdiayên Esed û Ozel dê hevdîtinê bikin ne rast in
11 tîrmeh 2024   10:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Di rojevên îro yên rojnameyên erebî de hate gotin çavkaniyên ji Şamê îdiayên ku dê serokê CHP’ê bi Esed re bicive, derewandin. Rojnameyan bal kişand ser rola Bexdayê di normalîzekirina têkiliyên Şam û Enqereyê de û astengiyên li pêşiya wê.

‘SEDEMÊN NAVBEYNKARIYA IRAQÊ YA DI NAVBERA SÛRIYE Û TIRKIYEYÊ DE Û ASTENGIYÊN WÊ’

Rojnameya El Ereb têkildarî sedemên ku Iraq di navbera Şam û Enqereyê bibe navbeynkar û astengiyên li hemberî Iraqê nûçeyek weşand.

Hate diyarkirin ku serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya El Sûdanî di hevpeyvîneke xwe ya li gel çapemeniya Tirk de gotibû Bexda destekê dide hewayê erênî yê di navbera her du welatan de. Hat bibîrxistin ku rojnameyeke ser bi hikumeta Şamê ve ragihandibû ku civîneke hikumeta Şamê û dewleta Tirk dê li Bexdayê were lidarxistin.

Rojnameyê cih da nirxandinên lêkolînerê misirî Hisên Malûm. Hisên Malûm di lêkolîna xwe de dibêje: "Sedemên ku Iraq hewl dide ji bo normalîzkekirina têkiliyên Şam û Enqereyê bibe navbeynnar gelek in. Iraq hewl dide rola xwe wek navbeynkareke herêmî bi pêş bixe, têkiliyên wê yên dîrokî bi Sûriye û Iraqê re hene, dîsa Iraq ji bandorên neyînî yên aloziya Sûriyeyê dûr nîn e, hesabên siyasî yên hikumeta Sûdanê, hinardekirina petrolê bi rêya Tirkiyeyê dîsa bide destpêkirin, pêşxistina têkiliyên bazirganiyê di navbera Bexda û Enqereyê de û rola Îranê ya li herêmê.”

Li gorî rojnameyê, lêkolîner Malûm astengiyên li pêşiya Iraqê jî wiha bi rêz dike: "Paşketina baweriya di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de, cudabûna nêrînên wan ên der barê çareserkirina aloziya Sûriyeyê de, pirsgirêkên dersînorkirina penaberên Sûriyeyê û hilbijartinên bê yên DYA’yê û hevrikiya herêmî ya li Sûriyeyê.”

‘NÛÇEYÊN KU DIBÊJIN ESED HEVDÎTINA BI SEROKÊ CHP’Ê RE QEBÛL KIRIYE NE RAST IN’

Li gorî hin dezgehên çapemeniyê Partiya Gel a Komarî (CHP) duh (çarşemê) ragihandibû ku bersiva erênî li ser daxwaza serokê wê Ozgur Ozel ji bo hevdîtina li gel Beşar Esed li Şamê wergirtiye. Cîgirê serokê CHP’ê Burhanettîn Bulut gotibû daxwaza Ozel a ji bo serdana Sûriyeyê û hevdîtina bi Esed re ji aliyê Şamê ve hat qebûlkirin" û îşaret bi vê yekê kiribû "mijara têkildarî lidarxistina civînê bi dawî bûye û ji niha û pê ve dê pêkanîna şertan û diyarkirina cihê hevdîtinê û dema wê nîqaş bikin.”

Girêdayê mijarê rojnameya El Wetan a ser bi hikumeta Şamê ve nûçeyek weşand. Rojnameyê agahiyên xwe spartin çavkaniyên li Şamê û diyar kir ku nûçeyên ku dibêjin Şamê vexwendina Ozgur Ozel qebûl kiriye, red kirin.

Rojnameyê cih da daxuyaniyên wezîrê parastinê yên dewleta Tirk Yaşar Guler ên têkildarî armancên Enqere yên girêdayî nêzîkbûna bi Şamê re jî. Hate bibîrxistin ku Guler gotibû welatê wî dixwaze “korîdoreke ewlehiyê" bi kîrahiya 30-40 kîlometreyan li ser sînorê Sûriyeyê û yê Iraqê çêke, lê Sûriye vê yekê re dike û dixwaze hêzên Tirk ên dagirker ji xaka wê vekişin.

(bb)

ANHA