Rojnameyên erebî: Hikumeta Şamê hewl dide rûyê xwe xweşik nîşan bide

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de cih da hewldanên hikumeta Şamê yên xweşikkirina rûyê xwe li pêşberî civaka navneteweyî, hewldanên agirbesta Xezayê û rewşa Sûdanê.

Rojnameyên erebî: Hikumeta Şamê hewl dide rûyê xwe xweşik nîşan bide
28 gulan, 2024   10:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Der barê rewşa Sûriyeyê de rojnameya Ereb El Londoniye nûçeyek bi sernavê ’Hikumeta Sûriyeyê hewl dide rûyê xwe ya ewlehiyê xweşik nîşan bide da ku desteka hundirîn qezenc bike û tecrîda ji derve bişkîne’ weşand. Di nûçeyê de hate diyarkirin ku wezareta hundirîn a hikumeta Şamê ji bo dema girtina kesên bi guman û lêpirsînê biryarên  kontrola ewlehiyê da. Hate gotin, hikumeta Şamê ferman da ku kesên îsbat li ser wan tune ku destê wan di sûcê de tune bin, neyê binçavkirin

Li gorî rojnameyê, hikumeta Şamê piştî guhertinên ku di sazumaniya saziyên leşkerî de û guhertinên di partiya Baas’ê de çêkirine propagandeyeke pêvajoyeke nû li welat dike.

Di nûçeyê de hate gotin çavdêr diyar kirin ku armanc ji guhertinên ku rejîm çêdike ew e ku rûyê xwe li pêşiya welatiyên Sûriyeyê û civaka navneteweyî re xweşik nîşan bide û gavan ber bi avakirinê û sererastkirina têkiliyên xwe yên bi hundir û derve re biavêje.

’PIŞTÎ KOMKUJIYA REFEHÊ Û KUŞTINA LEŞKEREKÎ MISIRI..AGIRBESTA XEZAYÊ GIRÊDAYÎ DU SENARYOYAN’

Rojnameya Şerq El Ewsat bal kişand ser diyalogên ji bo agirbesta li Xezayê. Hate gotin: "Ji ber geşedanên 24 saetên dawîn, êrişa Îsraîlê ya li Refeha Filistînê ya li ser komeke koçberan, piştî belavbûna agahiyên ku dibêjin Hemas difikire beşdarî diyalogan nebin, her wiha ji ber kuştin leşkerekî Filistînê li ser sînorê Misir û Xezayê, dan û standinên Xezayê derbasî tunelek nû bû."

Rojnameyê ku agahiyên xwe dispêre dîplomatên ber û pisporekî leşkerî "Ev geşedanê dan û standinên muhtemel ên der barê agirbesta Xezayê datîne pêşberî du vebijêrak: an paşxistin an lidarxistina diyalogên awarte. "

’GELO DÊ KONGREYA DAMEZRÎNER A TEQEDUM XETIMANDINA SIYASÎ YA SÛDANÎ BIŞKÎNE?’

Rojnameya El Erebî El Cedîd cih da rewşa Sûdanê. Hate diyarkirin ku civînên hemahengiyê ya hêzên demokrat ên sivîl ku roja Şemiya borî li paytexta Etiyopyayê, Addis Ababa dest pê kiribû  hewldanek nû ye ji bo livandina çalakiya siyasî li Sûdanê ye. Lê encamên ku ji vê konferansê tên xwestin, bi taybetî di warê bidestxistina destkeftekê di qada siyasî de, ne misoger in.

Hate gotin " Çavdêr dibêjin ku li welatekî ku şerekî pir alî jiyan dike, dê encamên kongreyekê ku aliyek yan komek lidar bixe dê nikaribe guherîneke siyasî pêk bîne. Çareseriya siyasî ew e ku li gorî berjewendiyên netewî pêk bê û karibe bibe bersiva hesab û berjewendiyên aliyên şer. 

(bb)