Rojnameyên erebî: Guhertinên ku Şamê pêk tîne şeklî ne

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro guhertinên ewlehî û partiyetî ku hikumeta Şamê pêk tîne û şerê Îsraîl û Hemasê nirxandin.

Rojnameyên erebî: Guhertinên ku Şamê pêk tîne şeklî ne
20 gulan, 2024   10:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewsat der barê guhertinên ewlehî û partiyetiyê ku hikumeta Şamê pêk tîne de nûçeyek bi sernavê "Piştî guhertinên ewlehî û partiyetî..gelo Şam li pêşberî guhertinên pratîkî ye?" weşand.

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku serlêdanên namzetiyê ji bo endamtiya "Meclisa Gel" îro dest pê kir û dê hefteyekê berdewam bike.

Hate destnîşankirin ruxmî ku çapemeniya nêzî hikumeta Şamê propagendaya hemleya guhertinên ku hikumet pêk tîne dike, lê çavdêrên li Şamê ji rojnameyên re gotin, guhertinên têne girêdayî jinûve sazkirina saziyên ewlehî, partiyetî, bi taybetî yên girêdayî kar û barên aborî ye. Hat gotin ev guhertin dê şeklî bimînin û tu guhertinên ku sûriyeyî hêviyê jê dikin, pêk nayînin.

’ROJHILATA NAVÎN BOMBEYEK LI BER TEQÎNÊ YE’

Rojnameya El Ereb cih da hewldanên dîplomatîk ên bi armanca agirbestê li Xezayê. Hate gotin, ruxmî hewldanên diplomatîk ên bi armanca pêkanîna agirbestê di navbera Îsraîl û Hemasê de, lê Rojhilata Navîn bûye mîna devê volkanekê; ji derve "Piştevaniya Filistîniyan" e û ji hundir ve xapandina aborî û civakî heye.

Di dewama nûçeyê de hate gotin: "Rewşa heyî nîşaneya xetereya şerekî herêmî di navbera Îsraîl û Îranê de dide der. Dibe ku DYA û weletên herêmê wekî Lubnan, Urdin, Suriye, Yemen û welatên kendavê jî bikişînin nava şer. Dibe di çi kêliyê de hêrs û bêçarebûna civakî, aborî û siyasî ku li Xeza û piraniya  Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê pêş dikeve, kûrtir bibe.  Hêrsa li hember helwesta Hemasê, şerê li Xezayê û bandorên wê yên muhtemel ên li ser Urdunê, Siûdiye û Misirê bilind bû. Ev yek nîşan dide ku Rojhilata Navîn bûye bombeyeke li ber teqînê. Li gorî lêkolîner û analîzvan, dibe hêrsa gel a ji şerê li Xezayê bibe sedema veqetîna ciwanan ji siyasetê, nemaze ku di salên dawîn de pêlên xwepêşandanên girseyî yên li dijî hikumetên li Misir, Tunis, Yemen, Iraq, Sûdan, Cezaîr yên bi daxwaza pêkanîna guhertinên rasteqîn têk çûn."

(bb)