Rojnameyên erebî: Êrişên DYA’yê Rûsyayê tevlihev dikin

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên vê sibehê de cih da êrişên DYA’yê yên li Sûriye û Iraqê û şerê Îsraîl û Hemasê.

Rojnameyên erebî: Êrişên DYA’yê Rûsyayê tevlihev dikin
8 sibat, 2024   10:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb têkildarî êrişên DYA’yê yên li Sûriye û Iraqê nûçeyek bi sernavê "Êrişên DYA’yê yên li Iraq û Sûriyeyê Rûsyayê tevlihev dikin" weşand. 

Di nûçeyê de hat bibîrxistin ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di 2’yê Sibatê de êrişeke hewayî li dijî baregehên komên çekdar ên li Iraq û Sûriyeyê pêk anî. Hate gotin ev êriş nîşan dide ku DYA guh nade hebûne Rûsyayê. Her wiha hate destnîşankirin ku êrişên DYA’yê pirsên têkildarî girîngiya Moskov û Tehranê wekî hevalbendên stratejîk ên Şamê yên li hemberî hegemonyaya Washingtonê didin der.

Hate destnîşankirin ku êrişên DYA’yê yên li ser xaka Sûriyeyê paşketina hebûna leşkerî ya Rûsyayê li herêmê nîşan dide ku beşên bibandor ji hêzên xwe beşdarî şerê li Ukraynayê kiriye. Her wiha hate diyarkirin ev yek dibe komên li dijî Şamê bi taybetî komên tundraw teşwîq bike ku operasyonan pêk bîne ku Moskovê bixe nava rewşeke tevlihev.

‘DI ÊRIŞA DYA’YÊ YA LI BEXDAYÊ DE SERBAZEKÎ HIZBULLAHÊ HAT KUŞTIN’

Rojnameya Şerq El Ewsat jî ragihand ku DYA’yê bi balafireke bêmirov a bi çek erebeyeke rayedarên Hizbullaha Iraqê li rojhilatê Bexdayê bombebaran kir.

Li gorî rojnameyê, çavkaniyekî ji Ajansa Nûçeyan a Cîhana Ereban (AWP) re ragihand ku di bombebaranê de 2 serbaz (Ebû Baqir El Sadî yê berpirsê lojîstîkê yê tabûrên Hizbullahê û Erkan El Ilyawî yê berpirsê komkirina agahiyan ê Hizbullahê) hatin kuştin.

LI QAHÎREYÊ TÛREKE NÛ YA DIYALOGAN

Rojnameya Independenet Arabia cih da geşedanên li Filistînê. Di nivîsê de hate diyarkirin ku dê îro bi navbeynkariya Misir-Qeterê tûreke nû ya diyalogan li Qahîreyê dest pê bike.

Hate destnîşankirin ku armanca vê tûrê agirbesta li Xezayê ye. Li gorî rojnameyê ku agahiyên xwe dispêre rayedarekî ji Misirê, di dan û standinan de dê dosyaya pevguhertina dîlgirtiyên Îsraîl û Filistînê jî were nîqaşkirin.

(bb)