Wezîrê karên derve yê Îranê dê serdana Şamê bike

Wezîrê karên derve yê Îranê hefteya bê li Şamê dê bombebarana Îsraîlê ya li dijî Sûriyeyê û şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de nîqaş dike.

Wezîrê karên derve yê Îranê dê serdana Şamê bike
8 sibat, 2024   10:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Watan a girêdayî hikumeta Şamê aşkera kir ku hemwextî tevgerên wezîrê karên derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yên Ii Rojhilata Navîn, wezîrê karên derve yê Îranê Huseyn Amîr Abdullahiyan hefteya bê dê li Şamê be û dê bi rayedarên payebilind ên hikumeta Şamê re bicive.

Li gorî rojnameyê, geşedanên dawîn û bombebarana Îsraîlê ya li ser Sûriyeyê û şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de rojeva rojeva serdana Abdullahiyan in.

Her wiha aşkera kir ku Abdullahiyan dê serdana Lubnanê jî bike û dûre dê biçe Qeterê.

(şx)