Netanyahu ferman da artêşê ku êrişî Refahê bike

Serokwezîrê Îsraîlê ragihand ku wî ferman daye artêşê ji bo ku amadekariyên xwe temam bike da ku êrişî bajarê Refahê bike. Sekreterê giştî yê NY`yê jî li hember gefên Netanyahu metirsiyên xwe rave kirin.

Netanyahu ferman da artêşê ku êrişî Refahê bike
8 sibat, 2024   10:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Îsraîlê Bejamin Netanyahu duh êvarê ferman da artêşê ku xwe amade bike ji bo ku êrişî bajarê Refah ê li başûrê Xezayê bike. Li gel ku wezîrê karên derve yê DYA’yê Antony Blinken li Îsraîlê ye ji bo ku li lihevkirineke din a agirbestê çêkin, Netanyahu xîtabek da û got: "Bicihanîna daxwazên Hemasê dê bibe sedema komkujiyeke din."

Li gorî NY`yê li Refahê zêdetirî 1.3 milyon koçber hene.

Sekreterê giştî yê NY`yê Antonio Guterres diyar kir ku ew gelek bi fikar e li hember raporên ku dibêjin artêşa Îsraîlê plan dike êrişî Refahê bike.

Guterres careke din banga agirbesteke mirovî û serbestberdana bêşert a dîlgirtiyan kir.

Piştî ku Netanyahu pêşniyara Hemasê ya agirbestê red kir, ev gef xwarin. Her wiha Netanyahu got serkeftin nêz e û ewlehiya Îsraîlê tenê bi tunekirina Hemasê pêk tê.

Netanyahu di xîtaba xwe de got: "Leşkerên me niha li Xan Yunisê ku cihê bingehîn ê Hemasê ye, şer dikin. Me ferman da hêzên parastinê yên Îsraîlê ku amadekariyan bikin ji bo ku êrişî Refahê û 2 kampên koçberan bikin."

(şx)