Rojnameyên cîhanê ketina çeteyan a li Helebê spart lawaziya Îran û Şamê

Rojnameyeke Îsraîlê sedema binkeftina hikumeta Şamê li Helebê spart lawazbûna Şamê û lawaziya piştevaniya Îranê ya ji bo wê. Rojnameyeke amerîkî jî da zanîn ku êrişa çeteyan a ji nişka ve ya li ser Helebê dibe sedema şerekî nû yê li Sûriyeyê.

Rojnameyên cîhanê ketina çeteyan a li Helebê spart lawaziya Îran û Şamê
30 mijdar, 2024   12:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên cîhanê di hejmarên xwe yên îro de sedemên binkeftina bilez a hikumeta Şamê  li Helebê ya li hemberî çeteyên Heyet Tehrîr El Şam nirxand.

ˈDIBE KU HIKUMETA ŞAMÊ JI BER BINKEFTINÊN ÎRANÊ HELEBÊ JI DEST BIDEˈ

Rojnameya Jerusalem Post a Îsraîlê diyar kir ku hindik maye hikumeta Şamê bajarê Helebê ji dest bide û bikeve destê çeteyên Heyet Tehrîr El Şamê. Rojnameyê diyar kir ku jidestayîna vî bajarê sereke, sedema lawaziya hikumeta Şamê û lawaziya piştevaniya Îranê ye ku derbên giran bi destê Îsraîlê dixwe.

Li gorî rojnameyê, bûyerên li Helebê diqewimin, paêvajoyeke girîng e, çete dikarin derbeya herî mezin li hikumeta Şamê bidin.

‘XETÊN ŞERÊ NAVXWEYÎ JI NÛ VE XÊZ DIBIN’

Rojnameya Washington Post a amerîkî jî îşaret bi vê yekê kir ku êrişa ji nişka ve ya çeteyên Heyet Tehrîr El Şam a li ser Helebê, xetên şerê navxweyî yê li Sûriyeyê ji nû ve xêz kir.

Rojnameyê bi bîr xist ku êrişa çeteyan a ji roja çarşemê dest pê kir, di demeke wisa de hat ku herêm balê dikişîne ser şerê Îsraîlê yê li Xezayê yê li dijî Hemasê û şerê li dijî Hizbullahê yê li Lubnanê.

(bb)