Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehadeta endamekî xwe ragihand

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn da zanîn ku endamê wan Mehmûd El Yûsif di encama nexweşiyeke giran de li Tebqayê şehîd bûye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehadeta endamekî xwe ragihand
30 mijdar, 2024   11:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê şehadeta endamê xwe Mehmûd El Yûsif de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin: "Bi xemgîniyeke mezin em radigihînin ku endamê me yê Midûriyeta Ewlekariya Dergeh û Rêwiyan a Kantona Tebqayê Mehmûd El Yûsif 28ˈê Mijdarê de di encama nexweşiyekê de şehîd bû.”

Her wiha hate gotin: "Şehîd Mehmûd bi exlaqê xwe yê baş û bi rijdiya xwe ya berdewam a ji bo cîbicîkirina erkên xwe dihat naskirin. Berpirsyariyên xwe yên di Midûriyeta Dergeh û Rêwiyan de bi cih dianîn. Di giyanê hemû kesên ku pê re xebitîn de şopek rêzgirtin û hurmetê yên jibîrnekirî hiştin. Şehîd mînaka berxwedan û dilsoziyê bû. Nexweşiya xwe li hemberî erka xwe ya xizmeta civakê nedikir asteng."

Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbata şehîd Mehmûd El Yûsif re hat xwestin û soza domandina xeta wî hate dayîn.

NASNAMEYA ŞEHÎD

Nav û paşnav: Mehmûd El Yûsif
Navê Dayikê: Xensa
Navê Bav: Xelef
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: El Sewra, 10.04.1996
Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Tebqa, 18.10.2020
Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa, 28.11.2024

(bb)