Xebatên derxistina xwendekar û şêniyan ji Helebê

50 otobusên ku Yekitiya Ajokaran a Reqayê duh ji bo veguhestina xwendekar û şêniyan şandibûn Helebê, gihaştin Reqayê. Ji Tebqayê jî îro 19 otobus ber bi Helebê ve bi rê ketin.

Xebatên derxistina xwendekar û şêniyan ji Helebê
30 mijdar, 2024   13:10
REQA

Çeteyên Heyet Tehrîr El Şam duh piştî nîvro ketin bajarê Helebê. 

Yekitiya Ajokaran a Kantona Tebqayê duh zêdetirî 60 otobus ji bo veguhastina xwendekaran û şêniyan şandibûn Helebê. Îro jî 50 otobus ji deriyê Tebqayê derbasî bajarê Reqayê bûn. Ji garaca bajarê Tebqayê jî îro 19 otobus ji bo anîna xwendekar û şêniyan ber bi Helebê ve bi rê ketin.

Rêveberê garacên kantona Reqayê Hesen El Xabûr ji ajansa me re diyar kir ku bi armanca veguhastina xwendekarên li Helebê bo Reqayê hemahengî di navbera Rêveberiya Xweser û Yekitiya Ajokaran de heye. El Xabûr got 50 otobusên girêdayî şaredariyê û otobusên taybet îro ji Helebê di deriyê Tebqayê re gihaştin Reqayê.

El Xabûr da zanîn ku Gerînendetiya Sotemeniyê bê pere sotemenî da otobus û erebeyên veguhastina şêniyên Helebê û bê pere şêniyan tînin herêmê.

El Xabûr anî ziman ku Rêveberiya Xweser vegera şêniyan hêsan dike û li deriyê Elbû Asî yê Tebqayê nuqteyên tenduristiyê ji bo wan danîne.

El Xabûr diyar ku ji ber ku xwendekar û welatiyan pir in, ne diyar e ka xebatên veguhastinê dê kengî bi dawî bibin.

Hesen El Xabûr destnîşan kir ku Yekitiya Ajokaran belgeyên xwendekaran wan piştrast dike û got ew amade ne vegera ewle ya şênî û xwendekaran mîsoger bikin.

Hevserokê Yekitiya Ajokaran a Kantona Tebqayê Mehmûd El Omer diyar kir ku anîna şênî û xwendekaran ji Helebê bi hemahengiya Yekitiya Şaredariyan a Kantona Tebqayê tê kirin û wiha domand: "Me di aliyê amadekirina erebeyan, hemahengiya li gel rêveberiyên deriyan, gumrik û sotemeniyê û hêsankirina vegera erebeyan de tevahî tedbîr girtine."

Mehmûd El Omer da zanîn ku anîna şêniyên ku li Helebê asê mane, erkeke mirovî ye.

Ji duh sibehê ve li deriyê sînor ê Elbû Asî yê kantona Tebqayê tevgereke zêde a trafîkê ya xwendekar û şêniyên ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ku ji Helebê vedigerin, heye.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk duh bang li tevahî saziyên xwe kiribû ku vegera şênî û xwendekaran a ji Helebê hêsan bikin û desteka pêwîst pêşkêşî wan bikin.

(bb)

ANHA