Rojnamevan Diyako Husên hat berdan

Rojnamevan Diyako Husên ku îro di dema şopandina xwepêşandanê de li Hewlêrê ji aliyê asayişa PDK’ê ve hatibû binçavkirin, hate berdan.

Rojnamevan Diyako Husên hat berdan
5 sibat, 2024   21:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnamevan Diyako Husên ku îro di dema şopandina xwepêşandanê de li Hewlêrê ji aliyê asayişa PDK’ê ve hatibû binçavkirin, piştî 5 saetan di bin çavan de ma, hate berdan.

Diyako Husên ku nûçegihanê Dezgeha Standard’e, îro dema ku nûçeya xwepêşandana Partiya Komunîsta Kurdistan ya li bajarê Hewlêrê dişopand ji aliyê asayişa PDK’ê ve hatibû binçavkirin.