Malbatên şehîdan bêrêziya li hemberî pakrewangehan şermezar kir

Malbatên şehîdan bêrêziya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li hemberî pakrewangehan şermezar kir.

Malbatên şehîdan bêrêziya li hemberî pakrewangehan şermezar kir
6 sibat, 2024   02:35
KOBANÊ
SARIYA ŞÊXO

Malbatên şehîdan ên li kantona Firatê têkildarî binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker a li dijî pakrewangehên şehîdan ên li Efrîna dagirkirî nêrînên xwe anîn ziman.  Malbatên şehîdan nerazîbûn nîşanî bêrêziya li hemberî pakrewangehan da û gotin xirabkirina goristanên şehîdan karekî derexalqî ye.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Zelîxa Xeyrî xirabkirina goristanên şehîdan û avakirina mêtîngehan li ser wan bi karekî dermirovî û dermirovî bi nav kir. Zelîxa Xeyrî got: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dema êrişî Efrînê kirin ve darên temenê wan bi sedên salan e ji kokê ve rakirin. Niha jî goristanên şehîdan xerab dikin û li ser goristanên şehîdan mêtîngehan ava dike. Her wiha deverên dîrokî wêran dikin."

Dayika Şehîd Barîn Cîhan Bozan jî got kiryarên dewleta Tirk a dagirker derexlaqî ye û tu qanûnên navneteweyî de nehatine teysandin.

Cîhan Bozan bêdengiya raya giştî ya li hemberî pêkanînên dewleta Tirk şermezar kir û wiha dom da axaftinan xwe: "Dewleta dagirker li ser gorên zarokên me mêtîngehan ava dike. Lê hêzên navneteweyî û raya giştî jî xwe ji vê yekê re lal kirine. Tu carî gorisatanên şehîdan ranabin û li şûna wan mêtîgeh çênabin. Dewleta Tirk tevahî karên qirêj ên nayên qebûl kirin dike."

(bb)

ANHA