Rojhilata Navîn li pêşberî serdemeke çareserkirin û nakokiyên nû ye

Medyaya Erebî nivîsî ku Rojhilata Navîn bi qonaxek ji nû ve şekildana hevsengiya hêzê re rû bi rû ye, bi taybet ji ber pêşketinên di nakokiya Amerîka-Îranê û krîza Tengava Hurmuzê.

Rojhilata Navîn li pêşberî serdemeke çareserkirin û nakokiyên nû ye
18 tebax, 2026   10:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya  Erebî îro li ser ji nû ve xêzkirina hevsengiya hêzê li Rojhilata Navîn, şerê Amerîka-Îranê, krîza Tengava Hurmuzê û Peymana Mekkeyê di navbera Erebistana Siûdî, Tirkiye û Pakistanê de, nivîsî.

ÎRAN Û WASHINGTON: DANÛSTANDIN DI BIN FIŞARA ŞER DE

Mijara Îranê di rojeva sereke ya medyayê de bû, bi taybet bi bidawîbûna dema diyarkirî ya têkildarî danûstandinên di navbera Washington û Tehranê de bêyî pêşveçûnek zelal.

Rojnameya El Şerq El Ewset  li ser nakokiya di navbera rêya dîplomatîk û gefên leşkerî de nivîsî, rojnameyê di gotarên xwe de destnîşan kir ku artêşa Pasdarên Şoreşa Îslamî îşaret bi veguheztina operasyonên Îranê ji parastinê ber bi êrişê ve kir, piştî tundbûna daxwazên Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump ên li ser Tehranê.

Rojnameyê diyar kir ku bidawîbûna heyama 60 rojî bêyî pêşveçûnekê nîşana qonaxek nû ya aloziyê di navbera her du aliyan de ye.

HURMUZ: GIRÊKA KU ÎRANÊ DERBAS DIKE

Tengava Hurmuz wekî yek ji mijarên herî berbiçav di medyayê de derketiye holê, digel karanîna wê wekî taktîkek zextê ya Îranê, ji ber bandorên wê li ser ewlehiya enerjiyê, bazirganiya cîhanî û ewlehiya welatên Kendavê.

Rojnameya El Şerq El Ewset analîzek bi sernavê "Hurmuz: Di navbera Gef û Danûstandinên Asê de" weşand, ku nîşan dide ku danûstandinên li ser bidawîkirina şer û tevgera tankerên petrolê di nav tengavê de hîn jî bê encam in, bêyî ku nîşanên zelal ên nêzîkbûna aliyan ji çareseriyekê re hebin.

Rojnameya El Nehar pêşniyar kir ku Tehran vê rêya avê ya stratejîk wekî zextê li dijî Washingtonê bikar tîne, di heman demê de danûstandin berdewam dikin. Rojnameyê her wiha pirsên li ser şertên Îranê ji bo vekirina tengavê jî anî ziman.

PEYMANA MEKKEYÊ: JI HEVPEYMANIYA LEŞKERÎ BER BI RÊKEFTINA EWLEKARIYA HERÊMÎ

Di nav mijarên herî berbiçav ên ku ji hêla çapemeniya Erebî ve, bi taybet li Kendavê kete rojevê, Peymana Mekkeyê ya ji bo parastina hevbeş di navbera Erebistana Siûdî, Tirkiye û Pakistanê de bû.

Rojnameya El Şerq El Ewset, di gotareke nêrînê de bi sernavê "Peymana Mekkeyê: Ragirtina Şeran", peyman ji rêkeftineke parastinê bêtir şîrove kir û destnîşan kir ku tora têkiliyên ku hersê welatan bi aliyên cihêreng ve girêdide, dikare ji bilî ya leşkerî, aliyekî dîplomatîk jî bide peymanê.

Rojnameyê diyar kir ku Erebistana Siûdî dikare roleke navbeynkariyê di navbera Hindistan û Pakistanê de bilîze, Pakistan dikare wekî lûtkeyek di navbera Îran û welatên Kendavê de xizmet bike û Tirkiye dikare wekî "bendek li dijî gefên Îsraîlê li Lubnan an Sûriyeyê" tevbigere.

(k)

ANHA