Li rojhilatê Idilbê balafirxaneya leşkerî hat bombebarankirin

Balafirxaneya Ebû El Zihûr a Leşkerî ya li gundewarê Idilbê hat bombebarankirin, têkildarî bûyerê ti agahî nehatine parvekirin.

Li rojhilatê Idilbê balafirxaneya leşkerî hat bombebarankirin
18 tebax, 2026   08:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Barbanga sibehê li gundewarê rojhilatê Parêzgeha Idilbê dengê teqînan hat bihîstin, çavkaniyên xwecihî diyar kir ku ew deng di encama bombebarana li ser balafirxaneya Ebû El Zihûr a Leşkerî hat bihîstin.

Li gorî şêniyên herêmê balafirxane 4 caran hat hedefgirtin, heta niha ji aliyên peywendîdar agahiyên derbarê bûyerê û ziyanên ku hatine dîtin nehatine parvekirin.

(sb)