Rojevên rojnameyên erebî yên hefteyekê

Êriş û siyasetên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê û Iraqê, hewldanên normalîzekirina têkiliyên Şam û Enqereyê, her wiha geşedanên Misirê rojevên hefteya borî yên rojnameyên erebî bûn.

Rojevên rojnameyên erebî yên hefteyekê
1 îlon, 2024   07:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb cih da destwerdana dewleta Tirk a li Iraqê û nûçeyek bi sernavê “Tirkiye ku di kontrola hikumeta wê ya xwecih de têk çû, Kerkûkê di aliyê leşkerî de tacîz dike” weşand.

Rojnameyê wiha nivîsî: "Xirabiyên peymana ewlehiyê ya di navbera Bexda û Iraqê de bi lez û bez li ser erdê xuya dibin. Artêşa Tirk çarçoveya operasyonên xwe yên di xaka Iraqê de berfireh kiriye ku êdî sêgoşeya çavnebariyên wê yên li deverên stratejîk û berhemên xwezayî mîna Kerkûkê, daye ber xwe."

Rojnameyê diyar kir ku Kerkûk ji bo Tirkiyeyê bûye cihekî destwerdanên aşkera di kar û barên wê yên siyasî û îdarî de.

Rojnameyê bal kişand ser ku droneke dewleta Tirk ku duh li bajarê Kerkûkê ji aliyê artêşa Iraqê ve hat xistin û destnîşan kir ku ev bûyer berfirehbûna êrişên dewleta Tirk ên li herêmê îsbat dike û wiha hat gotin: "Hêzên Iraqê bi xistina dronê xwest sînorekî ji binpêkirinên Tirkiyeyê yên li dijî serdestiya Iraqê re deyne. Nemaze ku ev nêzîkatiya Tirkiyeyê ji bilî ku aliyên wê yên leşkerî û ewlehî yên xeternak hene, peyamên siyasî yên neyînî yên girêdayî destwerdana Enqereyê di kar û barên navxweyî yên Iraqê de dide."

Li gorî rojnameyê, aliyên siyasî yên iraqî tacîza dewleta Tirk a li Kerkûkê sparte serkeftina YNK’ê li hemberî hevkara wê PDK’ê di hilbijartinên Kerkûkê de.

Rojnameyê diyar kir ku iraqî zêdebûna tevgera dronên Tirkiyeyê li Iraqê wek encama peymana ewlehiyê ya di navbera Iraq û Bexdayê de dibînin.

Rojnameya El Exbar a Lubnanê ku cih da normalîzekirina Şam û Enqereyê, nûçeyek bi sernavê "Enqere li Şamê dizivire" weşand. Rojnameyê diyar kir ku dewleta Tirk di dosyaya normalîzekirinê de li Şamê dizivire da ku destkeftiyên zêdetir di vê dosyayê de qezenc bike bêyî ku ji herêmên dagirkirî vekişe.

Rojnameyê bi bîr xist ku Şamê bi şertê xwe yê vekişandina hêzên Tirk ji herêmên dagirkirî ve girêdayî ye, lê rayedarên Tirk behsa şertên nû yên Tirkiyeyê dikin ku ew û şertên ku berê Erdogan danîbûn li hev nayên.

Li gorî çavkaniyên sûriyeyî yên muxalif, rayedarên Tirk di hevdîtinên xwe yên dawîn ên li gel hin çeteyên xwe de gotibû ew di normalîzekirinê de berdewam in.

Rojnameyê diyar kir ku "daxuyaniyên tund ên Enqereyê bi armanca qezenckirina destkeftiyên zêdetir di vê dosyayê de tên dayîn."

‘MISIRÊ DAXWAZA ÎXWANAN A LIHEVHATINÊ RED KIR’

Rojnameya Şerq El Ewsat îşaret pê kir ku Koma Îxwanan ji dewleta Misirê xwestiye ku li hev bên. Rojnameyê diyar kir ku ev yek di hundirê Misirê de hat redkirin û bû sedema parçebûna di navbera endamên Îxwanên li derve de.

Rojnameyê diyar kir ku siyasetmedar vê nêzîkatiya koma Îxwan El Muslimîn bi tirsa berpirsên wê ji normalîzekirina têkiliyên Misir-Tirkiyeyê ve girê didin.

Li gorî rojnameyê, çavkaniyên Tirk gotiye serokkomarê Misirê Ebdulfettah El Sîsî 4’ê Îlonê biçe Tirkiyeyê û bi hempîşeyê xwe yê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re bicive. Hate diyarkirin ku ji sala 2014’an ve (ji dema ku El Sîsî bûye serokkomar) dê ev serdan a ewil be.

 (bb)