‘Li dijî tecrîdê bilindkirina têkoşînê’

Şêniyên bajarê Tirbespiyê diyar kir ku em ê li hember tecrîda giran a li dijî Rêber Abdullah Ocalan têkoşîna xwe bidomînin.

‘Li dijî tecrîdê bilindkirina têkoşînê’
1 îlon, 2024   03:05
QAMIŞLO
EBAS XELEF

Şêniyên bajarê Tirbespiyê ya kantona Cizîrê diyar kir ku ew ê li dijî tecrîdê berxwedanê xurttir bikin.

Welatiyê bi navê Yûsif Mihemed li dijî tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan diyar kir ku ew ê her tim li qadan bin heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocelan pêk were.

Yûsif wiha axivî: “Ev 26 sal e rêberê me di zindanê de ye, faşîzma Tirk nahêle hevdîtin pê re pêk were, em van kiryaran şermezar dikin û ji komplogeran re dibêjin rêberê me fîzîkî ne di nava me de ye lê fikra wî li gel me ye. Em xwe li ser fikra wî perwerde dikin.”

‘BILINDKIRINA ASTA TÊKOŞÎNÊ LI DIJÎ TECRÎDÊ’

Yûsif Mehmûd di dawiyê de destnîşan kir ku ew ê li dijî tecrîda giran asta têkoşîn û berxwedanê bi hêz bikin heta rêberê me fîzîkî were azadkirin.

Jina ciwan a bi navê Sefa Deham diyar kir ku wek jinên ciwan dê li hember tecrîdê bê deng nemînin û berxwedanê bikin heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan were pêkanîn.

Sefa got ji bo rakirina tecrîdê û pêk anîna azadiya Rêber Abdullah Ocalan, her di nava berxwedanê de din û ev li gotinên xwe zêde kir: “Rêbertî canê xwe ji bo me feda kir û em wek jinên ciwan li dijî tecrêdê bê deng namînin.”

Hanî El Elawî tecrîd şermezar kir û diyar kir ku wek pêkhateyan Kurd, Ereb, Suryan li dijî tecrîdê bê deng namînin û got: “Heta ku rêberê me azad nebe, em xwe azad nabînin. Her dem em ê çalakiyan li dar bixin, berxwedan û têkoşînê li ser fikra Rêber Abdullah Ocalan bi pêş bixin.”

ANHA