Rojevên medyaya erebî;  Sûriye, qonaxa veguhêz û fikarên kendavê ji ber Îranê

Medyaya erebî balkişandin ser qonaxa veguhêz li Sûriyeyê. Da zanîn ku dewletên Kendavvê ditirsin ku pêvajoya danûstandinê ya di navbera Washington û Tehranê de dikare hevsengiya hêzê ji nû ve çêbike bide.

Rojevên medyaya erebî;  Sûriye, qonaxa veguhêz û fikarên kendavê ji ber Îranê
21 nîsan, 2026   10:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên medyayê yên Erebî, der barê qonaxa veguhêz li Sûriyeyê, fikarên dewletên Kendavê derbarê encamên danûstandinên Washington-Tehranê de, û siberoja agirbesta di navbera Lubnan û Îsraîlê de nivîsîn.

SÛRIYE: PROJEYA DEWLETA GENGAZ

Rojnameya El Ereb a li Londonê diyar kir ku Sûriye piştî  zêdetirî deh salên şer, di nav hewldanên ji bo destnîşankirina taybetmendiyên dewletek nû de, îro bi ceribandinek girîng re rû bi rû ye. Rojnameyê destnîşan kir ku gotûbêjên siyasî yên vê dawiyê armancekê nîşan didin, ew jî ji nû ve pênasekirina rola herêmî û navneteweyî ya Sûriyeyê, bi rêya mijarên serweriyê, têkiliyên derve û ji nû ve avakirinê ye.

Rojnameyê da zanîn ku projeya pêşniyarkirî, tevî ku bi hêvî ye jî, rastî valahiyek mezin di navbera axaftin û pêkanînê de tê. Li gorî rojnameyê sedema vê yekê jî nakokiyên navxweyî yên berdewam û destwerdanên derve ne.

Rojnameyê diyar kir ku serkeftina projeyê bi pêkanîna sozan li ser erdê ve girêdayî ye.

FIKARÊN KENDAVÊ LI SER DESTHILATA "ZÊRÎN" A TEHRANÊ LI SER HURMUZÊ

Reutersê behsa fikarên Kendavê kir û diyar kir ku welatên kendavê ditirsin dan û standinên di navbera Washington û Tehranê de bandora Îranê li Tengava Hurmuzê xurt bikin, li şûna ku kêm bikin.

Her wiha destnîşan kir ku niha behsa mijara dewlemendkirina uranyûmê tê kirin, lê kêmtir bal tê kişandin ser bernameya mûşekî ya Îranê û rola alîgirên wê li herêmê, ku welatên Kendavê wekî gefek rasterast ji bo ewlehiya xwe dibînin.

Her wiha hişyarî da ku qebûlkirina bandora Tehranê dikare tengavê veguherîne amûrek stratejîk a zextê di destên Îranê de.

PIŞTÎ AGIRBESTA DI NAVBERA LUBNAN Û ÎSRAÎLÊ DE ÇI?

Rojnameya El Quds El Erebî li ser siberoja agirbesta di navbera Lubnan û Îsraîlê de nivîsî û destnîşan kir ku serokkomarê Lubnanê Cozêf Aoun li qonaxek nû digere ku li ser bingeha xurtkirina serweriyê û berfirehkirina desthilata dewletê be.

Rojnameyê diyar kir ku ferzkirina agirbestê ji aliyê Donald Trump ve li ser Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu asta bandora Amerîkayê li ser biryarên Îsraîlê nîşan dide, lê ew domdariya agirbestê garantî nake.

Rojnameyê her wiha destnîşan kir ku dijwariyên herî mezin çekên Hizbullah, nakokiyên navxweyî yên Lubnanê û hebûna leşkerî ya Îsraîlê ya berdewam in.

Rojnameyê diyar kir ku her çareseriyek dê bi têgihîştinên berfirehtir ve girêdayî be, bi taybet di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îranê de.

(k)