Li Humsê êriş: Ciwanek birîndar bû

Li nêzî taxa Sebîl a Humsê di encama êrişeke çekdarî de ciwanek birîndar bû. Li heman bajarî kesên nenas bombe avêtin erebeyan û 6 erebe şewitandin.

Li Humsê êriş: Ciwanek birîndar bû
21 nîsan, 2026   09:02
HUMS

Duh (Duşem 21 Nîsan 2026) du êriş pêk hatin.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji herêmê ragihandine, çekdarên nenas li motorsîklêtê bûn, gule li ciwanê bi navê Emced Hemdan reşandin.

Di êrişê de Hemdan ji serê xwe ve birîndar bû û wî rakirin nexweşxaneyê.

Hate diyarkirin ku Hemdan dema bi biryarê xwe re vedigeriyan mala xwe, lê nêzî taxa Sebîl êrişî wî hatiye kirin û birîndar bûye.

Nûçegihanê me da zanîn ku li taxa Zehrayê jî çekdarên nenas li motorsîklêtê bûn bombe avêtin erebeyan, di encamê de erebeyek teqiya û 5 erebeyên din şewitîn. Der barê zerarên canî de agahiyên piştrast nehatin bidestxistin.

Aliyên têkildarî der barê her du êrişan û kesên li pey wan daxuyaniyên fermî nedane.

(bb)