Hêzên Îsraîlê ketin Quneytra û Deşta Yermûkê

Hêzên Îsraîlê li gundewarên Quneytra û Derayê ketin nava axa Sûriyeyê û hin welatî girtin.

Hêzên Îsraîlê ketin Quneytra û Deşta Yermûkê
21 nîsan, 2026   10:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navend Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), vê sibehê hêzên Îsraîlê sînorên  Sûriyeyê derbas kir û gihîşt gundewarê bakurê Quneytrayê.

SOHR`ê ragihand ku hêzên Îsraîlê li gundê Tarangayê bi ser malekê de girt û ciwanek ji gund girtin, paşê vekişin cihên xwe yên li pişt xetên sînor.

Li gundewarê Derayê jî, dewriyeke Îsraîlê ya ji 10 wesayîtan pêk dihat ji Girên Golanê yên Sûriyeyê ber bi herêma Deşta Yermûkê ve sînor derbas kir. Li wir, girte ser malekê li gundê Abdînê û lêgerîn pêk anîn, paşê ji gund vekişin.

(k)