KCK’ê têkildarî wefata Hamît Geylanî peyama sersaxiyê weşand

KCK’ê ji bo siyasetmedar, nivîskar û helbestvan Hamît Geylanî ku di 78 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da, peyama sersaxiyê weşand.

KCK’ê têkildarî wefata Hamît Geylanî peyama sersaxiyê weşand
29 gulan, 2025   10:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Siyasetmedar, nivîskar û helbestvan Hamît Geylanî duh li Enqereyê li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, ji ber wefata Hamît Geylanî peyameke sersaxiyê weşand.

Di peyama KCK’ê de hate gotin: “Em bi xemgînî hîn bûn ku hevalê me yê welatparêzê hêja Hamît Geylanî jiyana xwe ji dest daye. Em ji malbat, xizm û dostên wî, her wiha ji gelê welatparêz ê Colemêrg, tevgera siyasî ya Kurd û gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin.

Hamît Geylanî mîna ewladekî welatparêz ê gelê Colemêrgê, li hemberî êşên ku gelê Kurd kişandiye, neheqî, bêhiqûqî, înkar, asîmîlasyon û rastiya qirkirinê ya pê re rû bi rû maye, bêhelwest nemaye û bi hişmendiya berpirsyariya li hemberî gelê Kurd di qada siyaseta demokratîk de tevlî têkoşîna azadiyê bû.

Bi gelek hevrêyên giranbuha, ji pêşketina têkoşîna demokrasiyê û siyaseta demokratîk re pêşengî kir, tevkariyên girîng kir. Heval Hamît Geylanî jî rewşenbîr û nivîskarek bû. Bi hunera xwe têkoşîn, welatparêzî, êşên gelê Kurd û şiyarbûna wan anî ser ziman. Di vî warî de tevkariyên mezin li têkoşînê kiriye.

Mîna gelek hevrêyên xwe yên pê re têkoşiya, Hamît Geylanî jî bi zor û zehmetiyên mezin re rû bi rû ma. Gelek caran rastî zext û zordariyê hatiye, gelek caran hatiye binçavkirin, lêpirsîn hatiye kirin, hatiye girtin û êşkence lê hatiye kirin. Lê belê serî li ber van hemû zext, binçavkirin, girtin û êşkenceyê netewand û dest ji têkoşîna xwe berneda. Ev jiyan û sekn helbet gelekî watedar û bi nirx e. Li hember vê têkoşîna watedar û binirx a ku wî daye em bi hurmet bi bîr tînin.”