Rojevên îro yên rojnameyên erebî

Rojnameyên erebî ku cih dane dûrxistina QSD’ê ji amadekariyên "diyaloga nîştimanî ya Sûriyeyê" diyar kir gumanan li ser niyetên rasteqîn ên desthilata nû ya derbasbûnê de çêdikin. Her wiha diyar kir ku ev rûxistin û nîşaneya dûrxistina temsîla Kurdan ji hikumeta derbasbûnê ye.

Rojevên îro yên rojnameyên erebî
14 sibat, 2025   10:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Amadekariyên kongreya "Diyaloga nîştimanî ya sûriyeyî" û peywendiya di navbera Trump û Pûtîn de rojevên îro yên rojnameyên erebî ne.

’ DERBARÊ ENCAMÊN DIYALOGA NÎŞTIMANÎ YA SÛRIYEYÎ DE GEŞBÎNIYA BI BALDARÎ’

Rojnameya El Ereb bal kişand ser dûrxistina QSD’ê ji amadekariyên diyaloga nîştimanî ya Sûriyeyê û ev nirxandin kir "Dûrxistina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji amadekariyên diyaloga nîştimanî ya Sûriyeyê gumanan li ser niyetên rasteqîn ên desthilata nû ya derbasbûnê de çêdikin."

Hate gotin "li gorî şîrovekaran, dûrxistina Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji amadekariyên diyaloga nîştimanî nîşaneya dûrxistina temsîla Kurdan di hikumeta derbasbûnê ya siberojê û nîvisandina destûrê de ye."

Li gorî rojnameyê, "dûrxistina QSD’ê gelek şîroveyan radixe ber çavan. Yek ji wan şîroveyan ew e ku rêveberiya Sûriyeyê hewl dide di têkiliyên xwe yên bi QSD’ê re aliyê siyasî û yê leşkerî ji hev cuda bike. Ev jî di dawiyê de şansên bicihanîna daxwazên wan lawaz dikin."

UKRAYNA.. DAN ÛS TANDIN Û ASTENGIYÊN WAN

Rojnameya El Xelîc jî bal kişande ser pêwendiya telefonî ya di navbera Serokê Amerîka Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn de. Li gorî rojnameyê "Ev pêwendiya telefonî rê li ber dan û standinên Rûsya û Ûkraynayê vedike. Lê pêwîstî bi erêkirina Kîevê, diyarkirina çawaniya pêşdebirina wê û rêya wê û helwesta Ewropayê û îmkana beşdarbûna wê hene."

Di dewama nivîsê de hate gotin " Dûrxistina Ewropa ji dan û standinan derbeyek li hemû hewlên parzemîna Ewropa yên ji bo têkbirina Rûsyayê ye. Di heman demê de xerçkirina hemû çek û pereyan e ku ji sala 2022’an ve pêşkêşî Ukraynayê kiriye. Ewropa dibîne ku kontrolkirina dan û standinan ji aliyê Serok Trump ve tenê ve û destnîşankirina siberoja Ûkraynayê derbeyek kujer li ser hevalbendiya rojavayî ye."

(bb)