Çalakiyên bersivdayînê yên QSD’ê dewam dikin

QSD’ê di çarçoveya mafê rewa ya bersivdayînê de, li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê rêzeçalakî li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dar xistin.

Çalakiyên bersivdayînê yên QSD’ê dewam dikin
14 sibat, 2025   10:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê der barê bîlançoya 24 saetên dawî yên êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û çalakiyên bersivdayînê yên şervanan de ev agahî parve kirin:

"Hêzên me di çarçoveya mafê rewa yê bersivdayînê de, duh (Pêncşem) 3 çalakiyên bibandor li dar xist. Çalakiya yekemîn li gundewarên Bendava Tişrînê li dijî nuqte û stragehên çeteyan hatin lidarxistin. Di encamê çalakiyê de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn, lê hejmara wan nehat zanîn. Di çalakiya duyemîn ku li derdora Girê Syriatel hat kirin de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn, hejmara wan nehat zanîn. Di çalakiya sêyemîn de nuqte û kombûnên çeteyan ên li bajarokê Ebû Qelqet hatin hedefkirin. Di vê çalakiyê de jî hejmarek çete hatin kuştin û birîndarkirin, lê nehat zanîn bi çend in. Di vê çalakiyê de tevliheviyeke mezin di nava refên çeteyan de çêbû.

Dewleta Tirk a dagirker tevahiya êvara Çarşemê derdora Bendava Tişrînê bi obîsên giran topbaran kir. Di encama topbaranê de zirarên madî çêbûn. Balafirên şer jî gelek caran derdora bendavê bombebebaran kir û zirarên madî çêbûn.

Eniya Pira Qereqozaqê; şervanên me çalakiyên bibandor li dijî baregehên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser Girê Qereqozaqê, gundê Hoşeriyê û nuqteyeke din nêzî Girê Qereqozaqê pêk anîn. Di encama van çalakiyan de windahiyên mezin ên çeteyan çêbûn; kuştî û birîndarên wan çêbûn û baregehên wan hatin rûxandin.

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundên Tîna, Bîr Hiso, Şoha û Xeseqê bombebaran kirin. Di encamê de zirarên madî li milkên şêniyan bûn. Hemwextî bombebaranê, gundên Tîna, Cada, Bîr Hiso, Dîkan, Melha, Sena û girên Sêvê û Qereqozaqê bi obîs, roket û hawanan bê serûber hatin topbarankirin. Ji ber topbaranê zirarên madî gihaştin mal û milkên sivîlan.

Saet 07.05’an, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker herêma rojavayê mezreya Ehmed Munîr ê gundewarê rojavayê Kobanê bombebaran kir. Di encamê de zerarên madî çêbûn. Di dirêjahiya rojê de jî balafirên şer li asîmanên bajar û gundewarên wê digeriyan."

(bb)